NivîsarRojev

PKK,  bi her babetî ji bona welêt û hemwelatiyan xeter e, lê Hikûmeta Kurdistanê bê deng e

Ez dikarim bibêjim ku welatê me  Kurdistan, mala hemû kurdan Dewleta Federe ya Kurdistanê  û hewwelatiyên Kurdistanê bi her babeti di nav xeteriyê de ne. Ev mijar û pirsgirêke ne îro û vê qonaxe ye jî.

Îbrahîm GUÇLU

PKK, bi dehan salen e ku li Dewleta Federe ya Kurdistanê ji bona welêt û ji bona hemwelatiyan xeteriyeke mezin e. Ji bona ku Dewleta Federe ya Kurdistanê ji holê rake her xirabiyek dike û bi her hêzeke ku dijminê Dewleta Federe ya Kurdistanê ye re tîfaq çê dike. Ji Dewleta Tirk re rê vedike ku Kurdistanê bombaran bike, hemwelatiyên Kurdistanê bên kûştin û gund bên vala kirin.

PKK nûha li derûdora Sileymaniyê xeteriyek û ne aramiyeke wusa çêkiriye ku  hemwelatiyên Kurdistanê, endam û berpirsiyarên partiyên siyasî û bi taybetî jî endam û berpirsiyarên YNKê nikarine biçin deverên PKKê dagirkirî. Lewra tên li wan ciyan tên girtin û tên lêpirsînkirin û ji wan xeraç tê girtin.

Ez dikarim bibêjim ku welatê me  Kurdistan, mala hemû kurdan Dewleta Federe ya Kurdistanê  û hewwelatiyên Kurdistanê bi her babeti di nav xeteriyê de ne. Ev mijar û pirsgirêke ne îro û vê qonaxe ye jî. Bi dehan salen e ku ev xeteriya heye, Xeterî roj bi roj jî mezin dibe. Berpirsiyar û Hikûmeta Kurdistanê berpirsiyariya xwe ya dewletbûnê nîne cî. 

PKK JI BONA DEWLETA TIRK RÊ VEDIKE KU HEMWELATÎ BÊN KUŞTIN Û AXA KURDİSTANÊ ÎŞGAL BIBNE Û GUND VALA BIBIN…

Di van rojên dawî de jî bûyerên balkêş dibin. Çavnêrên bê teref bûyeran pêşkêş û şirove û ber bi çavên raya giştî dikin.

Çekdarên PKKê li seranserê Kurdistanê dibin armanca firokeyên ên Tirkiyê û di encamê de ziyanên madî gihîştine digîne sivîlan û ne aramî ji bo hemwelatiyan çêdike. Berpirsiyarên Kurdistanê diyar dikin k, çendîn caran daxwaz ji PKKê hatiye kirin ku çekdarên xwe ji navçeyên niştecihbûyî vekişîne.

Çavdêrê Rêveberiya Serbixwe ya Soranê Halgurd Necîb di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, tevgera çekdarên PKKê li Herêma Kurdistanê bûye sedema  ne aramiyê.  Me weke rêveberî û gel ev yek nekir, bi salan e welatî bûne qurbanî.”

Tevlihevî û kaos li bajaran belav bûye. Her roj li Germiyan, Mexmûr û Silêmanî tê bihîstin ku çekdar bêyî agahdarkirina hêzên ewlehiyê tevdigerin û dibin hedefa welatên cîran û wek rêveberî ava kiriye.”

“Tişta ku şeva borî qewimî, li gundê Tarawa ya ser bi navçeya Xelîfan ve, otomobîleke çekdarên PKKê hat armanckirin, atmosfereke nediyar ji me û gundiyan re çêkir û bû sedema tevlihevî û nîgeraniyê.

“Em ji van hêzan daxwaz dikin ku berjewendiyên xelkê van gundan li ber çavan bigirin. Tişta ku niha diqewime ji destê me nayê û hêzên ewlehiyê li cihekî rawestin.”

“Ev ne cara yekem e ku me gumanan çêdike, heftiya borî û heftiya borî jî çêbûn, li Silêmanî, Mexmûr û Germiyanê têne şopandin û dewlet jî vê yekê red nakin.”

Lê PKKê di derbarê bûyerê de derewan belav dike, manîpulasyona gelek bi hêsanî pêşkêşî raya giştî dike ku pêşmergêyan ji Dewleta Tirk re pêşengî kiriye.

PKK, LI SILEYMANIYÊ JÎ TADEYA XWE Û MIROV DÎLGIRTIN ZÊDE DIKE. JI BONA YNK-Ê JÎ BûYE XETER

Hêzên çekdar ên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi maske, birayê serkirdeyekî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) girt û piştî hewldaneke zêde ew serbest berdan.

Li gor zanyariyên BasNewsê ku ji çavkaniyeke ji nava YNKê bi dest xistine, di çend rojên borî de birayê cîgirê berpirsê navenda YNKê li Ranya Qadir Wetman bi karê xwe çûye herêmê. Li xaleke kontrolê çekdarên PKKê birayê Qadir Wetman bi maske rawestandine û desteser kirine.

Heman çavkaniya eşkere kir ku piştî dîtina wêneyê Qadir Watman di mobayla wî de, hêzên PKKê birayê wî berpirsê YNKê desteserkirine û piştî pêwendiya bi berpirsên xwe re kirine, lêkolîneke berfireh li gel wî kirine.

Çavkaniya BasNewsê aşkere kir ku piştî ku Qadir Watman zanî ku birayê wî ji aliyê PKKê ve hatiye girtin, wan di nava YNKê de gelek fişar kirine daku razî bin bo azad kirina birayê wî.

lê xeteriya mezin ew ku berpirs û qadroyên YNKê jî nikare biçin ew deverên PKK lê ye û dagirker  û kontrola xwe çêkiriye.

Heman çavkaniyê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ji bilî xelkê, piraniya kadroyên YNKê jî ditirsin serdana wan navçeyên ku PKK lê heye û ji wan hatiye zanîn ku xalên kontrolê yên PKKê mobaylan û hemû tiştên xelkê kontrol dikin.’’

Hezar mixabin YNKê di wextê de ev xeteriya nedît. Jı bona berjewendiya xwe ji PKKê re bû alîkar ku, PKK li dijî PDKê û Hikûmeta Kurdistanê  û Serokatiya Dewleta Federe ya Kurdistanê siyaseta xirakirin û têkbirinê bimeşîne.

Tê gotin ku “ji zirarê li ku û kîngê vegerî  baş e û qezenc e”. Divê YNKê vê xeteriyê bibîne û ji PDLKê re, bi taybetî jî ji Hikûmeta Kurdistanê re bibe alîkar ku ev pirsgirêka mezin û xeter ya PKKê bê çareser kirin. 

Loma jî divê partiyên Kurdistanê di destpêkê de di derbarê PKKê de lihevkirinekê pêk bînin, tifaqekê çêkin, helwesteke mişterek diyar bikin. Wê demê pirsgirêk nîvî û nîvî çareser dibe.

Diyarbekîr, 09. 09. 2022

Back to top button