Polîtîk

Li Iraqê bêyî Kurd yasaya hilbijartinê nayê derbaskirin

Bi mebesta guftûgokirina naveroka yasaya hilbijartina Iraqê êvariya îro yekşem 10.11.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Serok û Nûnerên Kutle û aliyên Kurdistaniyên Encûmena Nûnerên Iraqa Federal civiya.

Li vê kombûnê de bu hurî li ser van babetan guftûgo hate kirin ku pêwîst bûn bi yasaya hilbijartina Iraqê û pênedana taybetmendî bi Parêzgeha Kerkûkê. Her wiha çawayiya pejirandina yasayê û aliyên erênî û neyîniyên vê yasayê hate nirxandin.

Her li vê civînê de ji bilî wê yekê ku yekrêzî û yekhelwestiya aliyên Kurdan ya li ser yasaya hilbijartina Iraqê bi bilind hate nirxandin û balkişandin li ser wê yekê ku her çende yasa ne li ser asta daxwazên rewayên Herêma Kurdistanê ye lê belê hengavekî baş bû ku karîn beşekî girîngê daxwaziyên Herêma Kurdistanê li ber çav bigrin û rê jî li wê yekê hate girtin ku bi bêyî Kurd yasaya hilbijartin neyê derbaskirin û her wiha rê bi wê yekê jî nehat dayîn li hilbijartinên pêş de taybetmendiyê bi parêzgeha Kerkûkê bidin. Li gel ewe jî beşdarvanên civînê gumanên xwe yên zêde nekirina kotaya Kurdên Êzdî ragihandin û pênedana kursiyên kota ji bo Kurdên Feyliyan û her wiha kêmiya beşa kursiyên parêzgehên Herêma Kurdistanê.

Di civînê de eve jî dûpat kirin ku pêwîste li qonaxên pêş de kar li ser ewe bikin ku serjimêriya giştî li Iraqê de bê encamdan û hewl jî bidin ku prensîpa şeraket û tewafuq li Iraqê da bi tevahî bê pejirandin û aliyan bi zimanê hejmar û zorîne li gel Herêma Kurdistanê de neaxivin. Beşdarvanên civîna îro ya Serokê Herêma Kurdistanê û nûnerên Kurd li Encûmena Nûnerên Iraqê li ser eve jî hevre bûn ku pêwîste yasaya Encûmena Federal û yasaya partiyên siyasî bi zûtirîn dem deng li ser bê dayîn û bê pejirandin.

Back to top button