Polîtîk

Başûr modeleke ji bo çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiyê

Îro duyemîn roja konferansa “Kurd modela çareserî, demokrasî û aştiyê nîqaşê dikin” li Enqere ya paytexta Tirkiyê bi beşdariya akademisyen û rojnamevanan bi dawî hat.

Di konferansê de ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Aştiya Rojhilata Navîn a Navdewletî (IMPR), Dezgeha Xêrxwaziya Civaka Vekirî û Piştgiriya Nûnertiya Tirkiyê ya Komeleya Friedrich Ebert Stiftung tê sazkirin, li konferansê de pirsa Kurd ji her çar perçeyên Kudistanê de bê behskirin û têde nûnerê Serokatiya Herêmê û her wiha nûnerê Partiya Demokrata Kurdistanê û Partî û aliyên dinê Herêma Kurdistan û perçeyên dinên Kurdistanê beşdarin.

Di yekem runiştina duyemîn roja konferansê de guftûgo li ser pirsa Kurd û sedemên sistiya asayîşê li Rojhilata Navîn hate kirin û di runiştina duyem de guftûgo li ser awayê çareseriya wan hate kirin. Di konferansê de Dr Necdet Akreyî pîsporê warê yasayê û asayîşa navneteweyî şîrovekariyek li dor rewşa Kurd û têgeha asayîşa neteweyî bi taybetî li Tirkiyê pêşkêş kir. Her wiha got beriya deh salan welatê Tirkiyê helwestên leşkerî yên tund li hember Kurdan nîşan dida, da ku parêzgariyê li asayîşa xwe bike, lê ew yek xûya bû, ku ew pirs pirseke siyasî û destûrî û yasayî ye, lewra di van deh salên derbasbuyî de hikumeta Tirkiyê jî giha wê rastiyê ku divê reformên yasayî û siyasî bêne encamdan. 

Li xaleke din ya girîng ya konferansê de tekez li ser hebûna modela çareseriyeke fireh neteweyî û fireh hizbî û fireh olî ya weke ya Hewlêrê hate kirin. Ji aliyê xwe ve jî Husên Şêhanli şarezayê warê zanistên yasayî û mamosteyê zanîngeha Dîcle ya Diyarbekirê behsa siyaseta navneteweyî kir, ku rojhilata navîn jî beşeke herî girînge di siyaseta navneteweyî de û di vê çarçovê jî de Kurdistan bûye pirseke herî mezin ya siyasî li deverê. Di beşeke dinê axaftinên xwe de tekez li ser hebûna nimuneyeke çareseriya weke ya Hewlêrê li hemû Kurdistanê û rojhilata navîn kir û her wiha bal kişande ser xebata pir serweriya Barzaniyê Nemir ku îro bûye cihê şabûna her Kurdekî û niha berhemê wê xebatê bûye modeleke herî bilind ya fireh neteweyî û fireh olî û fireh hizbî li Hewlêrê û dikare niha ew model bibe modela çareseriyê li her çar perçeyên Kurdistanê û seranserê rojhilata navîn.

Back to top button