
Hat ragihandin 3 kesên ku bi sûcdarîya organîzekirina êrîşa bombeyî ya li navçeya Karada ya Bexdayê dihatin dazirandin,hatin îdamkirin.
Têkildarî êrîşa bombeyî ya sala 2016an a li Bexdayê ku zêdeyî 300 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 3 kes hatin îdamkirin. Li gor nûçeya BBC, DAIŞê berpirsarîya êrîşa ku di meha Remezanê ya sala 2016an de pêk hatibû, girt ser xwe.
Êrîşa bi wesayîta bombebarkirî ji sala 2003an û vir ve êrîşa bombeyî ya herî kujer bû.
Ofîsa Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, cezayên darvekirinê yên ku ji bo wan sê mehkûman hatine dayîn, di 27 yan 28ê Tebaxê de hatine cîbicîkirin. Çavkaniyekî hikûmetê ji AFPê re got ku Ghazwan el-Zewbaee, ku tê gotin ‘serkêşê’ êrîşê ye, di nav kesên hatine îdamkirin de ye.


