CîhanRojev

Jeffrey: Pûtîn Prigojîn kujt

 

Nûnerê berê yê Amerîka bo Sûrîyê û Balyozê Enqereyê James Jeffrey, li ser bandorên kuştina serkirdeyê koma çeteyên Rûsî Prigojîn, nirxandinek kir.

Dîplomatê berê yê Amerîkî ku got ku “Bêguman e ku Pûtîn ferman kujtina Prigojîn daye”.

James Jeffrey, ji CNN re axivî û îdîa kir ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn damezrînerê Wagnerê Yevgeny Progojin kujtiye. Jeffrey îdîa kir ku balafira ku Prigojîn tê de bû bi fermana Pûtîn “hatiye xistin”. 

Jeffrey, bi berdewamî anî zimên û got: “Diyar e balafira ku Prigojîn tê de bû li Rûsyayê hatiye xistin. Pir eşkereye ku Pûtîn ferman daye. Zehmet e ku meriv îhtîmalek din bifikire. Hikûmeta Dewletên Yekbûyî hîn jî hûrgulîyan lêkolîn dike. Tu encam derneket, lê her kes dikare texmîn bike. Em dikarin bibêjin ku ev biryara Pûtîn e da ku tevgera Wagnerê rawestîne”.

 

Back to top button