Cîhan

Li Îranê xwepêşandanan bi xwûnê destpêkir

Li Îranê cardin xwepêşandana destpêkir. Li paytextê Îranê Tehranê gelek xwepêşandan daketin kolana û dijê hukumetê meşiyan. Li gora nûçeya APF, polisan bi tundî êrîş birin ser xwepêşandanan û di nav wan de şer derket. Li gora daxuyaniya cigirê serokê  asayişa Îranê Ahmet Rıza Radan, kesek hate kuştin û gelek birîndar hene, di nav birîndaran de 9 jî polisin.

Ahmet Rıza Radan, di daxuyaniya xwe de ragihand ku, Amerîka û Israîl pişgiriya xwepêşandanan dikin. Washington û London ji hukumeta Îranê daxwaz kir ku li himber xwpêşandanan xwedî tolerans bin.

Wezira derve ya Amerîka Hillary Clinton, di derbarê xwepêşandanên li Îranê ragihand ku, li Îranê jî milet wek li Misrê doza guhertin û demokrasiyê li welatê xwe dikin û ev yek tiştek hêjaye. Hillary Clinton got: Em hêvî dikin ku tişta li Misrê xwepêşandana destxistîn li Îranê jî pêkwerê.

Di vê derbarê de wezîrê derve yê Brîtanya William Hague jî ragihand ku; roja înê serokkomarê Îranê Mahmud Ahmedinejad, ragihandibû ku, mafê xelkê Misriye ku dîtinên xwe bi azadî bêjin û doza guhertinê bikin, divê Mahmud Ahmedinejad ji bo xelkê Îranê jî vê yekê bixwaze. Ev yek mafê xelkên Îranêye jî û nabê li dijê xwepêşandanan tundîyê kar bînin.

Back to top button