Cîhan

Li Îranê xwepêşandan destpêkirin

Li çend bajarekî Îranê wek Meşhed, Neyşabûr, Kaşmer û Bicnûrid, Yezde û Newşehir xelkê nerazî derketin ser caddeyan û xwepêşandan kirin. Şer û pevçûn di navbera xwepêşander û hêzên ewlekariyê de derket.Ligor wan vîdyoyên ku di torên civakî de hatine belavkirin, xwepêşanderan ji rewşa xerabî ya aboriya welatê xwe nerazîbûn û li dijî Serokkomar Hesen Rûhanî  û hikumetê dirûşm avêtin.Hêzên ewlekariyê li bajarên Meşhed û Neyşabûr belavbûn û gaza rondikrêj û fîşekên plastîkî li dijî xelkê bikar anîn. 

Back to top button