Cîhan

Li Îranê metirsiya belavbûna virusa Corona

Ji ber belavbûna virusa Corona li dû nexweşxaneyên Kamkar û Firqanî rewşa neasayî li bajarê Qum ya Îranê hate ragihandin.

Wekî tê zanîn li bajarê Qum dû kes bi sedema virusa Corona canê xwe ji dest dan. Ev bajar bajarê mezhebtirîn bajarê Îrane û navenda pêgihandina xwendina Ayetullahane.

Berî heftiyek jî çar kes li Îranê ji ber virusa Corona miribûn, lê mixabin dewleta Îranê vê yekê eşkere nekir. Lê eve yekem care mirina du kesan bi virusa Corona eşkere dike.

Wekî tê zanîn hatin û çûna welatê Çînê bi tenê bi rêya Îranê ye û Îran jî xwe ji bo sazkirina Festiwala Çînê amade dike û li Îranê hejmareke zêdeyê geştiyarên Çînî heye.

 

Back to top button