Li Îranê du keçan li meleyekî xistin
Li Îranê du keçan li meleyekî xistin. Melê gotiye du keçên laştazî: Divê hûn xwe binixumînin û laşê xwe yê tazî nîşanê xelkê nekin. Her du keç xeyidine û li Melê xistine.
Melê Faris Hocatülislam Ali Beheşti, ji ajansa nîvfermî MEHR XEBERê re gotiye: Li gundê Şahmirzadê dema ez diçûm nivêja nîvroyê, min du keçên nîvtazî dîtin û min gote wan, xwe bipeçinînin û tazîtiya bi vî rengî heram e. Wan gote min ‘tu çavên xwe bigire’. Piştre êrîşê min kirin û min êdî xwe nedît, min çavên xwe li nexweşxaneyê vekirin.
Lê dema ew keç hatine desteserkirin û birine qereqolê, wergirtina wan normal bûye û li gor a îslamî bûye.
Mele Bihiştî piştî ku sê roj di binê tedawiyê de maye, li keçan nebûye dozdar û çûye mala xwe, polîsan jî ew keç serbest kirine.
Rojeva Kurd