Li Idlibê şerên dijwar çêdibin
Li bajarê Idlibê di navbera hêzên opozisyona suriye û Hêza Tehrir El Şam de eve çend rojin şerek dijwar destpêkiriye û li gora nûçeyan heta niha ji herdu aliyan 80 kes hatine kuştin û sedan birîndar hene.
Şer li devera Idlibê di navbera rêxistina Tehrir El Şam û rêxistina Nureddin Zengi ya ku di nav Eniya Rizgariya Netewî de cih digrê de derketiye. Tehrir El Şam hêzeka kevna El Qaideye û eve çend cara navê xwe diguherê. Ev hêz wek Cephetil Nusra dihat naskirin.
Li gora lihevhatinekî navbera Rusya û Tirkiye de bi riza rejima Suriye jî, hemû aliyên muxalefeta Suriye yên li dijê rejimê şer dikiran li devera Idlibê hatin kom kirin. Ji xwe niha tene ew dever di destê hêzên muxalefeta Suriyede maye. Li deverê gelek grubên çekdar hene .Lê ya herî bi hêz Tehrir El Şam e.
Tirkiye deman dabû Rusya ku Tehrir El Şam bê çek bike, lê nekarî vê yekê bibeserî. Berê pêwendiyên navbera Tirkiye û vê rêxistinê de germ bûn. Lê niha ev rêxistin baweriyê li Tirkiye jî nayne û ji bo xwe bi awayekî biparêze şer dike. Di seri de Rusya û welatê din jî vê rêxistinê wek rêxistinek terorist bi nav dikin.
Tirkye piştî biryara operasyona Minbicê dayî, piraniya hêzên rêxistina Nuredin Zengi veguhaztin vê deverê. Dema Tehril Şam dit ku ev hêz vedikişê xwest wan aloz bike û dest şer kir.
Tehrir El Şam ditirsê ku Tirkiye li hevhatinekî li gel Rusya bike û rewşa vê rêxistine bi temamî têk bibe. Ji bo vê jî rêxistin dixwaze girêdana Artêşa Suriye Azad ya Idlibê û deverên wek Efrin û Minbicê pêkneyê.