
Piştî li hevhatina Rusya û Tirkiye 17ê Îlonê li Socî niha Tirkiye ketiya di nava wê yekê de ka gelo dê çewe êrîşa xwe li gel grubên Cîhadî li Idlibê çareser bike.Li vê hevhatinê de çend xalên girîng hene.Li Idlibê herêmek 15-20 kilometir dê herêma bê çek be.Heta roja 10.10 2018ê hemû çekên giran ji vê herêmê têne derxistin.Heta roja 15.10.2018ê hemû grubên terorist ji herêmê têne dûrxistin.Dawiya sala 2018ê rêya navbera Heleb û Lazikiyê û rêya nevbera Helab û Hemayê tê vekirin û ewlehiya van rêyan tê pêkanînDi rastiyê de ji bo ev tişt pêkwerin divê gelek grubên ku wek terorist ji aliyê Rusya û Tirkiye ve hatin qebûl kirin bêne ikna kirin û ev yek jî bûye karê Tirkiye.Berdevkê serokkomarê Tirkiye Ibrahim Kalin da xûyakirin ku ji bo pakijkirina teroristan ji herêmê, Istixbarata Tirk û hêzên çekdarên Tirk li herêmê li gel Rusya hevkariyê dikin û bi hevre kar dikin.Hêzên di nava artêşa Azad de daxûyaniyek dan û dibêjin: Em xebata hevpeymanê xwe ya Tirkiye , ya ku hewldide sivila biparêze baş dibînin.Ji bo ev yek serbikeve emê arikariyê bikin.Lê emê li himber xiyaneta Rusya û Îranê jî hişyar bin.Dê destê me li ser tifengê be.Em ne dev ji çekên xwe û ne jî , ji dev şoreşa xwe bernadin.