Li Îbrahîm Xelîl dest bi ser 27 kg Eroînê da girtin
Birêvebiriya Asayîşa Îbrahîm Xelîl di daxuyaniyeke ragihand ku ji aliyê tixûbê Tirkiyê ve dest bi ser 27 kîloyên maddeyên bi hişbir da girtine. Eve jî piştî wê yekê pêkhat ku hinek kesan dixwestin vî maddeyî bi rêya deriyê Îbrahîm Xelîl ve derbasî Tirkiyê bikin.
Abdulwehab Mihemed got: Hinek kesan dixwestin bi rêyên qaçax wê rêjeya maddeya bi hişbir derbasî tixûbê Tirkiyê bikin û ji aliyê Asayîşa Derbasgeha Îbrahîm Xelîl ve ji aliyê Tirkiyê dest bi ser wê trumbêlê da hatiye girtin piştî ew trumbêl ji xalên pişkinînê û pira di navbera Kurdistanê û Tirkiyê da derbas kirin û wan kesên qaçax baharat û buxîr li ser wê maddeyê da kirine da ku kesên Asayîşê hest bi bêhna maddeyên bi hişbir nekin.
Her wiha got: Niha du kes hatine desteser kirin û lêkolînên destpêkî destpêkirîne û axaftina wan du kesan hatine wergirtin û niha dosyeyek ji bo wan hatiye vekirin û wê radestî dadgehê bêne kirin bi mebesta dadgeh kirina wan kesên qaçax.