Cîhan

Li himber Tirkiye tenî 3 rê li pêşiya me hene

Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê êrişa Tirkiyê ya li ser Suriye û Rojavayê Kurdistanê ragihand ku sê rê li pêşiya wan hene û ew dê yekê hilbijêr in.

Serokê Amerîkayê li ser hesaba xwe ya Twîtterê peyamên nû derbarê êrişa Tirkiyê de belav kirin.

Trump dibêje : Me xîlafeta DAIŞ ji sedî sed ji nav bir û li Sûriyê li wê devera di bin êrişa Tirkiyê de leşkerên me nînin. Me karê xwe bi awayekî bêhempa kir. Niha Tirkiye êrişî Kurdan dike ku ev 200 sal in li gel şer dike.”

Trump dibêje ku tenê 3 bijarde hene.  Bi hezaran leşkeran bişînin û bi awayekî leşkerî serbikevin, bi sizayên aborî bi awayekî tund êriş li Tirkiyê bikin, an jî ji bo rêkeftinekê navbeynkariya Tirkiye û Kurdan bike.

Artêşa Tirkiyê piştî vekîşana hêzên amerîkî, êvariya roja Çarşemê, li gel grûpên çekdar êrişa bo ser Rojavayê Kurdistanê da destpêkirin.

Di encama êrişên Tirkiyê de heta niha hejmareke xelkê sivîl li bajarên cuda yên Rojava ku dikevin ser xeta sînor canê xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Back to top button