Nivîsar

Li himber nijadperestiyê, divê mirov kurd be û Kurdistanî be!

Bê dewletbûn û tunehiya mafê rewa yê Kurda bû sedem vê keça kurd di bihara temenê xwe de ji nav me çû. Tawana vê ciwanê tenê kurd bû. Lê mixabin her ali di berteka vê bûyerê de, behsa berjewendiyên xwe yên siyasî kirin. Behsa kurd bûnê û Kurdistaniyê nekirin.

Dara Bilek

Li Tirkiye wek her welatî desthilat heye û beşek jî  muxalefeta vê desthilatê dikin. Piraniya insane  ji desthilatê ne memnun pişgiriya muxalefetê dikin.Ev wek tiştekê xwezayî ye. Rojane bûyer rûdidin, helwestên siyasî  tên danîn, berpirsên aliyên siyasî daxûyaniya dinin. Behsa gendeliyê, bê kariyê û tunebûne dad û huquqê tê kirin. Ev yek her demî bi vî awayî bûye.

AK Partî û hevalbendên vê partiyê,îdia dikarn ku  demekî li Tirkiye neheqî li wan dihata kirin, qar qara wan bû doza dad û huquqê dikiran. Lê niha ew bûn desthilat , sistema ku ew lê bawerbûn ku sedemê neheqîyê û bê dadiyê ye li gora xwe guhertin. Desthilata xwe ava kirin, lê vê care aliyên din behsa tunebûna dad û huquqê dikin. Vê partiyê jî li gora xwe guhertin pêkanîn û ji bo têkneçin û desthilata xwe berdewam bikin rojane hewldidin qanûnên nû derêxin û hinek tedbîran bigrin. Lê di welatekî de dema demek dirêj behsa gendelîyê bê kirin, xelk doza dad û wekheviyê bikin, bê karî û zêde bibe dawiya wê desthilatê tuneye. Ya dirûxe yan jî bi temamî berbi diktatoriyê ve diçe.

Başe eger mirov vê rewşê bi çavê kurda û kulekêk Kurdistanî re binirxîne çi tê guhertin? Ji berî her tiştekî kurd jî di bin bê dadî û tunebûna huquqê de dinalin, bê karî rewşa civakî ya kurda jî xirab dike piraniya kurda rojane tengasiyekî ji rewşa heyî dibîne. Hinek ji Kurdan jî di desthilatê de ne û nêzî desthilatê ne rewşa wan başe. Ev yek di aliyê civakî de welê dixweyê. Lê rojane her kurdek ji bo tenê Kurd de, rasta neheqîyekî tê.Doza Kurda li bakurê Kurdistanê û Tirkiye dozek netewîye. Mafê kurda yê netewî bi temamî hatiye binpêkirin. Piraniya cara xelkek ji bo tenê Kurd de rastî êrîşa tê û heta jiyana xwe ji dest dide. Kurd bi gelemperî armanca êrîşên nejdperestên Tirkin.

Mafê Kurda yê rewaye ku doza daxwaziyên xwe yên netewî bikin, Kurd dixwazin bi zimanê xwe perwerdebin, ji bo kurd rastî êrîşa newin û di warek ewlehi de bi azadî bijîn, bikaribin rêxistinên xwe ava bikin û doza xwe ya netewî bi metodên demokratik rêve bibin dixwazin çarenûsa xwe ew bi xwe diyar bikin..  Lê mixabin li Tirkiye aliyên Tirk tu cara bi awayek ku, pirsa kurd çareser bikin ne xwedî bernameyekî ne.

 Dema pirsa kurda bê hole hemî, desthilat û mixalefet dibin yek û li dijê daxwazên Kurda bi devekî diaxêvin. Ji ber ku di derbarê pirsa Kurd de di rihê wan de nijadperestî heye.Hemû bê îstisna di çerçoveya nijdperestiyê de pirsa Kurd şirove dikin û mafê netewî yê kurda qebûl nakin. Car care hinek ji bo çareserkirina pirsa kurd pêşniyarekî binê jî, behsa tiştên basit dikin. Yanî ew tenê di çerçoveya parastina yekitiya xaka Tirkiye de, di bin Ala Tirkiye de û hevgirtin parastina yekitiya neteweyê Tirk de pirsa kurd dinirxînin. Ev çerçoveyek nijadpereste û tu cara Tirk ji vê xwe naşûn.

Herî dawî li Îzmîrê keçek ciwan a kurd di avahiya HDPê de hate kuştin. Li Tirkiye her aliyek siyasî ev yek şermezar kir. Lê mixabin HDP jî di nav de kesekê neda xûyakirin ku, ev keça hanê ji bo ku Kurd bû jiyana xwe ji dest da. Bê dewletbûn û tunehiya mafê rewa yê Kurda bû sedem vê keça kurd di bihara temenê xwe de ji nav me çû. Tawana vê ciwanê tenê kurd bû. Lê mixabin her ali di berteka vê bûyerê de, behsa berjewendiyên xwe yên siyasî kirin. Behsa kurd bûnê û Kurdistaniyê nekirin.

Berê xwe bidinê, li vî welatî heta kurd negihin mafên xwe yên rewa,di baweriya min de ev yek bê dewletbûne, tu cara dad, huquk, wekhevî û jiyanek azad ji bo kurda peyda nabe.

Li Tirkiye aliyên siyasî li gora xwe, hinek çepin, hinek rastin, hinek muhafazakarin, hinek sosyal demokratin welhasil her yek tiştekin û li gora vê jî hev rexne dikin , dibin desthilat, dibin muxalefet . Lê dema pirsa Kurd tê hole dibin yek, li dijê daxwaziyên Kurda bi tu awayî nikarin ramanên xwe,ji nijadperestiyê azad bikin. Yanî li Tirkiye û bakurê Kurdistanê hêdî bila Kurd û di serî de jî HDP xwe nexapîne. Berê xwe bidin Kurdistanê û kurd bin û Kurdistanî bin. Dê hinge yekitiya Kurda li ser bingehê daxwaziyên netewî bê avakirin. Dê hinge mirov nabe leyiztika di nava lepê çepên Tirk û aliyên din de.

19.6.2021

Back to top button