PolîtîkRojev

5 gund valebûn û 100 malbat bûne penaber

Operasyon û bomberanên artêşa Tirkiyê li herêmên sînorî yên Başûrê Kurdistanê berdewam in û Rêveberê nahiyeya Kanî Masê derbarê ziyanên şer de ji Rûdawê re axivî.

Rêveberê nahiyeya Kanî Masê Serbest Sebrî ragihand, “Tirkiye di vî şerî de girantirîn çekan bikar tîne û ji ber wê yekê zêdetir ji 10 hezar donim erdê demi û avî şewitiye.”

Serbest Sebrî ji Rûdawê re diyar kir, ji ber bombebaranên Tirkiyê “gundên Edenê, Deşîşê, Serero, Çelka Nesara û Kêste vala bûne û herdu gundên Ûre û Hirûrê jî xwe ragirtine û vala nebûne ku di demekê de rojane derdora wan tê topbarankirin. Ew her pênc gundên din jî xwe ragirt, lê ji bo parastina jiyana xelkê hatin valakirin.”

Artêşa Tirkiyê ji 23ê Nîsana îsal ve li nav sînorên Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê dest bi operasyoneke berfireh kiriye.

Li gor gotina Rêveberê nahiyeya Kanî Masê heta niha li wê herêmê ji ber dawîn êrişên Tirkiyê 5 gund vala bûne û du gund jî ji ber şikestina boriya avê di encama bomberanan de bê av mane.

Serbest Sebrî dibêje, taybetî jî gundê Deşîş û Girka ev sêyem car e boriya ava wan gundan dişkê û tên çêkirin û herwiha diyar dike ku ew hewl didin di zûtirîn dem de pirsgirêkan çareser bikin.

Tirkiyê heta niha di çarçova operasyona dawî de serbazên xwe li 11 xalên stratejîk bicih kirine û ji ber topbaran û êrişan nêzikî 100 malbat koçber bûne.

Back to top button