PolîtîkRojev

Destana Arasê mayîn û xebatê di dilê gelê Kurd de zîndî hişt.

74 sal ji berî niha serokê nemir Mistefa Barzanî li gel komek pêşmerge ve piştî 53 rojan şer li himber artêşê Îranî û Tirkan re gihan ber rûbarê Arasê û derbas bûn. Bi minasebeta vê bûyera dîrokî, serok Barzanî daxûyaniyek ji bo Raya Giştî ya Kurdistanê ragihand.

Peyam:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Îro heftih û çar sal li ser destana dîrokiya derbasbûna Barzaniyê Nemir û hevalên wî yên li rûbara Aras da derbas dibe. Li 18ê hezîrana 1947 an de piştî pêncih sê roj şer û derbasbûna ji tixûbên Îran, Iraq û Tirkiyê û rûbirûbûna artêş û çekdarên sê dewletan û vala derxistina gefên dijminan li rêyeke dûr û dirêj û dijwar da Barzaniyê Nemir û hevalên wî karîn ji rûbara Aras derbas bibin û biçin axa Yekîtiya Sovyetê. Ew destane rehendên neteweyî û dîrokî û siyasî û serbaziya mezin hebû û bandoreke yek alîker li ser mayina doza rewaya Kurd ya li wê demê û li qonaxên paşerojê de bi cîh hişt.

Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê hemû hewlên dujminan ewe bû ku dawiyê bi xebat û têkoşîna gelê sitemlêkiriyê Kurd bînin û îradeya mirovê Kurd bişkînin. Lê belê ew destana dîrokî da îradeya gelê me li ser plana dijminan serket û ewe hate selmandin ku îradeya berxwedan û xwe bi dest ve nedan li nav gedeyên gelê Kurd da her dimîne û ew îradeye li hemû hêz û artêş û planek bihêztire. Destana dîrokiya derbasbûna Barzaniyê Nemir û hevalên wî ji rûbara Aras redkirina dagîrkerî û bindestiyê bû û hêviya mayîn û xebatê li dilê gelê Kurd de bi zîndî hişt.

Mesûd Barzanî
18.06.2021

Back to top button