Li Hewlêrê vizayaya Austiryayê werbigire
Felah Mistefa berpirsê peywendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, duhî li bajarê Hewlêrê pêşwazî li şandeyeke hevebş a welatê Nemsa (Austirya) û Silovîniyayê ku, ji Alfred Bratanik cîgirê serokê mebûsê sefaretxaneya Nemsyayê, Ludwîç Mok berprisê karûbarên vîzayê li wezareta derve ya Nemsayê û Anton Pîrîniç berpirsê karûbarên vîzayê li wezareta derve ya Silovîniyayê pêkatibû, kir.
Di civînekê de ku, Suham Cebelî alîkara berpirsê têkeliyên derve û Mistefa Remezan nûnerê hikûmeta Kurdistanê yê Nemsayê amade bûn, berpirsê têkeliyên derve behsa têkeliyên dîrokiyên navbera Kurdistan û Nemsayê û tesîra wan têkeliyan li ser pêşûveçûna doza siyasiya kurd kir.
Şandeya mêvan behsa armanca serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê kir û eşkere kir ku, welatê Nemsayê dê navendeke taybet li herêma Kurdistanê veke û bi rêya wê navendê vîzayê bi hevwelaiyên Kurdistanê, yên dixwazin serdana Nemsayê bikin, bide.
Weke tê zanîn 13 welatên biyanî li herêma Kurdistanê vîzayê didin, lê ew navenda welatê Nemsayê li Kurdistanê vedike dê ji aliyê sektora taybet ve bê îdare kirin.
Berpirsê têkeliyên derve, li hember vê pêngava hikûmeta Nemsayê, kêfxweşiya xwe nîşan da. Pêşvebirina hevkariyên di warê çandin, tûrîzm, aborî û perwerde mijareke din a civînê bû.