Civak

Li Hewlêrê min xwe li bajarê xwe hesiband

Li gora nûçeya Kurdistan TV, wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Davut Oglu di hevpeyvînek bi Rojnameya Dar El Heyat ra ragihand ku, dema min serdana Hewlêrê kir û bi Serok Barzanî û rayedarên din yên Kurd re civiyam, min wisa hêzêr kir ku ez di nava Bajarê xwe de me û hewayeke gelek dostane li vê derê hakim bû.

Çavkanî di berdewamiya hevpeyvîna xwe de bal kêşandiye ser rewşa Îraqê a piştî hilbijartinan û dibêje; bawer nakim ku metersiyeke gelek girîng çaverêya paşe roja Îraqê be.

Çavkanî anî ziman ku, bi mebesta pêşî girtin ji her têşe nakokî û alizî pêwîstiya aliyên Îraqî bi hewlêsteke hekîmane ya siyasî heye.

Davut Oglu diyar kir ku, siyasî olî zererê mezin dide Îraqê lewre nabe Lîderên siyasî yên Îraqê derfet bi siyasetên olî bidin ku bandor li ser rewşa siyasî ya Îraqê bikin.

Back to top button