Li Hewlêrê dronek li kafeteryayekê ket
Ezmanê Hewlêrê careke din bû hedefa dronên “komên neqanûnî yên li Iraqê”. Dronek li taxa Îskan li kafeteryayekî ket.
Tevî zirarê, hemû kesên di kafeteryayê de bi ewlehî reviyan ji ber ku dron neteqiya. Kafeterya ya Feqîr Herîrî ye; karsaz û xêrxwazekî navdar li Hewlêrê ye ku ti têkiliya wî bi karûbarên siyasî an leşkerî re tune.
Herîrî got: “Kurd dikarin wan tune bikin, lê wijdanê wan heye”
“Ma ev baregehek leşkerî ye? Ev cihek ji bo mirovên xizan û bazirganan e. 50 kurên xizan li vir dixebitin. Wan dronek avêt û şikir ji Xwedê re ku neteqiya.
Herîrî bang li hikûmeta Iraqê û Serokwezîr Mihemed Şîa Sûdanî kir ku “li van koman binêrin û bes e. Kurd dikarin droneyan bavêjin û wan tune bikin, lê wijdanê Kurdan heye,”
Kafeteryaya Feqîr Herîrî li Kolana Îskan e. Li qata jêrîn a kafeteryayê, xwaringeha “Feqîr Herîrî’s Nice Wing” heye. Dema bûyerê, wekî her car, dever qelebalix bû.
Şewîdîn ji 30 dronî zêdetir li ezmanên Hewlêr hatin teqandin.


