Polîtîk

Li Hewlêr şehîdên 1ê Şibatê hatin bîranîn

Di merasîma 13ê mîn salvegera karesata 1ê Şibatê de, Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragihand ku ji erkê ser milê PDK û YNKê ye ku ezmûna Başûrê Kurdistanê biparêzin û pêş bixin.Beriya 13 salan di roja cejnê de, 2 teqîn li bajarê Hewlêrê çêbûn, yek li pêşiya şaxa 2 ya PDKê û ya din jî li pêşiya Malbenda 3 ya YNKê û di encamê de 101 kes şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn. Îro salvegera wê karesatê bû. Bi amadebûna Fazil Mîranî û Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl û hejmareke din ji berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê merasîmek bo bibîranîna wan şehîdan birêve çû û taceke gulan li ser monomênta wan şehîdan hat danîn.Fazil Mîranî li wir ragihand: “Me di wê karesatê de komek hevalên xwe jidest dan û bi vê yekê jî valahiyeke mezin di warê siyasî li Herêma Kurdistanê çêbû. Bi vê boneyê em serê xwe ji tevahiya şehîdên Kurd û Kurdistanê re û nexasim şehîdên 1ê Şibatê re ditewînin.”Mîranî wiha got: “PDK û YNKê li hemberî xwîna şehîdan û ezmûna Herêma Kurdistanê hest bi berpirsyaretiyê dikin. Herdu partiyan pêkve şoreş kirine û serhildan kirine û hilbijartin jî encam dane û ev statyo ava kirine, lewma jî niha erkê ser milê wan e ku vê ezmûnê biparêzin û pêş bixin.” 

Back to top button