Li herêmê guhertinek mezin di rê de ye

Serokê  Kurdistanê Mesûd Barzanî di kongireyeke rojnamevanî de li Enqerê  ragehand ku,Mijara sereke di havdîtinan de şerê li dijê DAÎŞê bû. Barzanîi got:Li herêmê guhertinênmezin di rê de ne. Ji bo vê jî pêwistiya me hemahengî û hevdîtinên zêd heye.Barzanî derbarê proseya Aştiyê jî wiha got: “Piroseya aştiyê pir giring e lê kareke zêde ji bo vê yekê pêwîst e, lê mixabin di vê dema dawiyê de tiştên gelek nexweş rûdane,  em hêvîdar in ku careke din proses destpê bike.”Herwiha di kongreya rojnamevanî de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd diyar kir ku, babeta dibistanên ser bi Gulen jî hatine gotûbêjkirin û diyar kir, ku aliyan li ser çareseriyekê guncaw lihev kirine ku ziyan negehe xwendekarên Herêma Kurdistanê.https://youtu.be/UXl8dPk_hDU 

Nerîna min :