Li herêma Amediyê pirek girîng dê bê çêkirin
Îro li devera Amêdiyê kevirê bingehîn ê pirojeya Pira Teyran hate danîn, parêzgarê Duhokê ragehand: Pira Çûk yek ji wan pirojeyên stratejîke û zêdetir ji 100 gundan li xwe digire.
Parêzgarê Duhokê Dr.Elî Tatar di konferansek çapemeniyê de ragehand: Yekem pêngav bo avedankirina vê herêmê vekirina pira çûkan e, li vê deverê sê deverên Nêrwa, Rekan û Doskî ji pirê sûdê werdigirin.
Li ser pêşniyara Serok Barzanî, sala borî dema ku serdana herêmê kiribû, gelek kesan daxwaz ji wî kiribûn ku vê pirê ava bike, xewna çend salan a gelê herêmê pêk hat.
Berdewamiya axvtina xwe de Teter got: Xelkê vê herêmê bi sedan şehîdên xwe hene û di dirêjahiya dîrokê de qurbanî dane. Ev cara yekê ye di dîroka Iraqê de elektrîk tê dabînkirin û dê bigihêje vê deverê.
Dr.Elî Tatar got: Pira çûkan projeyek stratejîk e û dê di paşerojê de her du parêzgehên Duhok û Hewlêrê bi hev ve girêbide Çend projeyên din jî dê di demek nêzîk de bêne cîbicîkirin.