Civak

Li gundê Ocalan jî xelkê deng dan

Li Tirkiye dengdana referandumê dawî bû. Li herêmên kurdan sendoq demjimerekî  zû tir hatin girtin. Niha  dest hejmara dengan hatiye kirin. Lê heta demjimêr 21.00 –ê Tirkiye encam tenê ji aliyê dezgeha hilbijartinan ve dikare bête belav kirin. Piştî demjimêr 21.00-ê encam eşkere dibin.

Li gundê Abdullah Ocalan yê girêdayî qeza Xalfetî, hinek kes çûn ser sendoqan û dengê xwe dan. Li gora agahdariya medya ji 359 kesan 23 kes çûn ser sendoqan û dengê xwe dan.  Li gundê Ocalan bi xwe jî biryara boykotê bi temamî cih nehat.

Back to top button