Li gorî hilbijartina ”fîftî û fîftî” ne maye û YNK a berê jî ne maye

Li gorî hilbijartina  ”fîftî û fîftî” ne maye û YNK a berê jî ne maye

Lêkolîner, nivîskar û mamosteyê zimanê kurdî  Maruf Yilmaz  di bersiva pirsên Rojevakurd de dibêje:

 

Divê Parlementoya Kurdistanê ne tenê funksiyonel be, nêzikbûn û wekheviya navbera “pragma”, “fenomen” û funksiyonê bihizre, ev her sê, giraniya xwe didin ser tevahî, tevde, lihevkirin, têgihîştin û digihîjin hevûdu û dibin mîna holîzmê, ji bilî wan jî, konstruksiyon û mîkroperspektîf lazim in.

 

Pirs: Hilbijartinên parlementoya Kurdistan´ê çêbûn. Encamên hilbijartina eşkere bûn. Li gora encama hilbijartina hûn rewşa siyasî li başûrê Kurdistanê çawan dinirxînin?

 

Ez li vir bersiva kurtenaveroka pirsan didim.

 

Di encamên hilbijartinan de PDK bêhtir bihêztir bû, lê YNK qelstir û nizmtir bû. Lê di struktura kevn a ”fîftî û fîftî” de reformeke nû pêwîst e û ji bo pêkhanîna reforma nû jî, mirovên bijarte, zana, pispor, aqilmend, biriqîmend, hişmend, jîr û têgihîştî lazim in. Divê Hikûmeta Kurdistanê siyaseta xwe ya ”fîftî-fîftî” biguhêrîne û bigihîje demokrasiya dewletên Mezin ên wekî Swêdê û Fransa´yê.

 

Di encamên hilbijartinan de PDK bêhtir bihêztir bû, lê YNK qelstir bû. Ev tê wateya ku xelqê biryara xwe daye, êdî tiştê ku mirov bibêje ne maye, tenê mirov rûmet, rêzdarî, qedir û guh bide biryara xelqê xwe. Di struktura kevn de reformeke nû pêwîst e. Ji bo pêkhanîna reforma nû jî, mirovên bijarte, zana, pirpor, aqilmend, biriqîmend, hişmend, jîr û têgihîştî lazim in.   Di sala 1992an de navbera PDK û YNK´ê de ji sedî 51 û 49 deng derketibûn. Di vê hilbijartinê de beşdariya xelqê kêmtir û nizmtir bû. Ji lewre jî, weke berê ”fîftî û fîftî” ne rast e. YNK hêdî – hêdî dengên xwe wenda kir û roja îroyin YNK nîvê dengên xwe wenda kirîye û niha 21 parlementerên wê mane. Lê PDK di hilbijartinên dawîn de bi 45 parlementerên xwe ve dibe desthelatdar.

 

Li gorî encamên hilbijartinan hizra ji sedî 50% an jî ”fîftî û fîftî” ne maye û YNK´a berê jî, ne maye. Encamên hilbijartinên dawîn didin xuyankirin ku derfetên baş li pêşiya Başûrê Kurdistan hene. Divê Parlementoya Kurdistanê biryara avakirin û yekkirina hêzên pêşmergên neteweyî bide û pêşmergên YNK û PDK´ê bi hevre tevî hêza neteweyî ya nû bibin.

Di dagirkirina Kerkûkê de Tevgera Goran li hember xiyaneta YNK´ ê bêdeng man. Lê xwezî pêşîn YNK û Tevgera Goran xîyanetkarên navxweyî ceza bikirana û tawanên wan ji raya giştî re bigotana. Xîyanetkarên YNK ên Kerkûk, Xaneqîn û herêmên din bên cezakirin, li gorî qanûnên Hikûmeta Kurdistanê. YNK bi Îran´ê re, dilê Kurdistan´ê, Kerkûkê dagir kir û nîjada xwe pir nizm kir. Lê di dema dagirkirin de rojnamevanên Kurd wekî Dewleta PDK, dewleta YNK û dewleta PKK´ê nûçeyan belav dikirin û ev jî projeya dijminê kurd bû.  Em kesên rojnamevan, nivîskar û nûçevan, divê em li gorî hilbijartina giştî li Başur û bêalî bin da ku em bikarin welatê xwe ava bikin ji bo hemû Kurdistaniyan. Dewleta Kurdî ya hemûyan e. Ji kurdan serokatî kirin ne hêsan e, karekî zehmet e û PDK çawan dikare ji binê vî barê giran derbikeve. Parlemento ji hikumet û hemû dezgehên wê bilindtir e û ew ”hikûmetê kontrol” dike. Yek ji karên parlementoyê ew e ku ew bi polîtîkaya derve ya Kurdistanê re bi hikûmeta xwe re biafire. Parlamentoyeka demokrat qanûnan derdixe, li ser bacan ji bo dewletê û herwisan li ser çawan bikarhanîna perên dewletê biryar dide. Parlemento pêşîn hikûmetê”kontrol” dike û dûvre hikûmet tevî parlementoyê, di warê birêvebirina xwe de xwedî berpirsyariya herî bilind e. Serkeftina Partiya Demokrat a Kurdistan/PDK´ê baweriyeke baş çêdike ku rewş ji berê baştir dibe. Helwesteke neteweyî pêwîste. Rêbaza çareseriyê ya ji sedî 50% ne rast bû. Politîkayên dewleta Tirk-Îranê planeke kûr û ev plana kûr zirarê dide me. Dewleta Tirk îradeya kurdan napejirîne û ew bi Îran û Sûriyê li dijî kurdan dibe yek hêz. Dijminên me çawan dibin yek em jî, bibin yek.

 

-Xelqê biryara xwe daye û êdî tiştê ku mirov bibêje kêm e, tenê mirov rûmet, rêzdarî, qedir û guh bide biryara xelqê xwe. Lê di struktura kevn de reformeke nû pêwîst e ji bo pêkhanîna reforma nû jî, mirovên bijarte, zana, pispor, aqilmend, hişmend, jîr û têgihîştî lazim in. Xelq ji modela berê ne razîbû ji lewre di vê hilbijartina dawîn  de xelqê helwesta xwe li dijî xîyanetkarên Kerkûkê nîşan da û êdî tu kes nikare pêşî li meşa serxwebûna Kurdistanê bigire. Modela berê ya ji sedî 50î ”fîftî û fîftî” ya peymana dualî biserneket û ji xwe ez bawerim, ne li gorî prensîpa demokrasiya Neteweyên Yekbûyî, Yekitîya Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bû. Reformên nû ji bo hikûmeta nû pêwîstin. Ji bilî reforman, Neteweyê kurd, weke hemû neteweyên din ên cîhanê mafê çarenûsîya heye û ev maf di daxuyanî Neteweyên Yekgirtî de jî, diyar e û lewre biryara 25ê Îlonê rast bû.

 

Li Başûrê Kurdistanê encama hilbijartinê ya fermî eşkere bû û xelqê bi xwe biryara xwe daye, tenê tiştên ku siyasetmendar bikin, ew e ku ew rûmet, zanîn, rêzdarî û guh bidin daxwazên xelqê xwe û xîyanetê nekin.

Bi ya min a herî rastîn ew e ku PDK´ê tenê Hikûmetê damezrîne, lê diyaloga wê digel kêmnetewe, hemû partî, kom û bi YNK´ê re jî hebe. PDK dikare bi serê xwe hikumeta nû çêbike ji ber ku kursiyên wê têra wê dikin. YNK 21 kursiyên xwe nikare daxwaza ”fîftî û fîftî” bike. Tevgera Goran bi 12 parlementerên xwe û YNK bi 21 parlementerên xwe ve nizmbûna qewmê xwe, roja dagirkirina bajarê Kerkûkê tînin bîra me. Divê Parlementoya Kurdistanê tenê funksiyon ne be, funksiyonel bi tenê têr nake, nêzikbûn û wekheviya navbera “pragma”, “fenomen” û funksiyonela tevahiyê pêwîste, ev her sê, giraniya xwe didin ser tevahî, tevde, lihevhatin, têgihîştin û digihîjin hevûdu û dibin wek holîzma Kurdistanê, ji bilî wan jî, konstruksiyon û mîkroperspektîf lazim in.

 

Pirs: Li gora we divê hikûmetek çawan bê avakirin; hikûmetek bingeh berfireh bi lihevkirina hemû aliyan û kompromîs yan jî hikûmetek li gor encamên hilbijartinan be? 

 

Maruf Yilmaz: Bêşik ne li gorî hikûmeteka berê ya ji sedî 50î ”fîftî-fîftî” û lihevkirina hemû alî û kompromîsan. Divê hikûmeteka nû li gor encamên hilbijartinan ava bibe da ku ji biryara xelqê re rûmet û xwedî derbikeve û wê bixe jîyanê. Parlemento ji hemû sazî û ji hikumetê bilindtir e. Yek ji karên parlementoyê ew e ku ew bi polîtîkaya derve ya Kurdistanê re bi hikûmeta xwe re biafire. Konseya Karûbarên Derve li ser polîtîkaya derve gotûbêjî û şêwirdarîyê dike. Rola  Yekitiya navxweyî pêk were jî, bi tenê, têr nake, dema piştgiriya pêwîst a Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropa, Amerîka, dewletên mezin ên xwedî stratejîk tune bin, em di referanduma serxwebûnê de sedî 99%, deng wer bigirin, bibêjin erê jî avakirina ”Dewleta Kurd”ne hêsan e.

 

 

  1. Pirs: Li gora dîtina we gerek bernameya hikûmeta nû de çi armancîn sereke û leztir hebin ji bo baştirîn rewşa Kurdistanê.

 

Maruf Yilmaz: Xelqê biryara xwe daye û her tiştê qedîyaye, êdî tiştê ku mirov bibêje, ew e ku mirov guh bide biryara xelqê. Yanî  modela berê ya ji sedî 50î biserneket û jixwe li dijî prensîpa demokrasiya nûjen bû. Reformên nû pêwîstin ji bo hikûmeta nû. Neteweyê kurd jî, weke hemû neteweyên din mafê çarenûsîya xwe heye û ev maf di daxuyanî Neteweyên Yekgirtî de jî diyar e û ez biryara 25ê Îlonê  ya ji bo serbixwebûna Kurdistanê rast dibînim…

Reformên nû pêwistin ji bo Hikûmeta Kurdistanê ya nû.  Bi reforma Hikûmetê re rewşa aborî, siyasî û civakî pêşve biçe. Çavdêriyek li hemberî dewletên kolonyalîst bihête avakirin û ew karê xwe bike. Divê perwerdehiya dibistana Kurdistanê ya mecbûrî û bêpere hebe ji bo zarokên 6 – 17 salî. Perwerdehiya fermî li dibistana destpêkê, dibistana navîn, lîse, (gymnasium) perwerdeyên taybet û dibistanên taybet jî, bila hebin. Piştre zêdekirin û baştirkirina perwerdeyên Zanîngeh/universiteyên cûda û perwerdeyên akademîk jî.

 

  1. REFORMEKE NÛ DI STRUKTURA HÊZA PERMERGAN DE

 

(Herçendî Hikûmeta Kurdistanê xizmeteke hêja kiribe jî ne bese)

– Bi biryara Parlementoyê, avakirina hêza wezareta parastina Asayîş a bi xwe ve girêdayî be.

-Rakirin û bêdesthildarkirina hêzên pêşmergên PDK û YNK´ê. (Di şûna wan de avakirina Orduya neteweyî).

-Kurdistankirin û yekkirina  hemû hêz û komên leşkerî û pêşmergan ji bo Asayîşa neteweyî.

-Derxistin û biryarkirina qanûnên leşkerî û polîsên kurd.

-Hevdemkirina qanûnên bingehîn: Qanûna Bingehîn a Tevgera Azadiya Ramanî; Qanûna Bingehîn a Azadiya Çapemenîyê; Qanûna Bingehîn a Bawermendiya Serkeftina…

Qanûna Bingehîn a Bawermendiya Serkeftinê.

-Di siyasetê de qedexekirina propaxanya olî ya îdeolojîk a hişk. Divê ol (DÎN)li mala xwe û bi kesan ve girêdayî be, ne bi siyatê ve girêdayî be.

 

  1. Polîtîkayên nû yên lênêrîn û tenduristî:

 

(Herçendî Hikûmeta Kurdistanê xizmeteke hêja kiribe jî ne bese).

– Polîtîkayên nû yên lênêrîna zarokan a mecborî…

– Lênêrîn û tenduristîya kal, pîran…

– Alîkarî û baştirkirina rewşên bêkar û xizanên Kurdistanê.

– Perwerde ji bo jinên ku nikarin bixwînin, binivîsînin û ew qet neçûne dibistanê. Yanî mêr û jinên ku qet ne çûne dibistanê… di dibistanan de xwendina Kurdî zêde bibe.

Zarokên sêwî û bêkes bi alîyê dewletê ve dê bên xwedîkirin, mezin û parastin.

-Alfabeya Yekgirtî ji bo hemû zaravayan.

 

  1. Baştirkirina aboriya Hikûmeta Kurdistanê:

 

(Herçendî Hikûmeta Kurdistanê xizmeteke hêja kiribe jî ne bese)

– Baştirkirin û avakirina aboriya Neteweyî, pêşvebirina kargeh, karxane, fabrîke û ziraatê.

– Aboriyeka bihêz, bingehîn civakeka xurt e.

– Aboriya Kurdistanê di nav welatên dewlemendî de jî zêde dibe…

-Siyaseta ku berpirspariya xwe bizanibe û alîkariyê bide hemû hevwelatîyan bike.

-Aboriya Kurdistan  a hatiye xerabkirin, divê bête  avakirin, baştirkirin û bazirganî jî…

tenduristî, dibistan, perwerde, kal, pîr, bêxwedî, sêwî, bê mal, wekheviya jin û mêran.

 

  1. Avahiyên nû yên rastîn û nûjen (modern):

 

-Avakirin û çêkirina xanî, cigehên nûjen, avahî, rê, kolan, rêyên nû yên saxlem, avahiyên nû, navendên nû yên trafên nûjen…

-Avakirina fabriqên modern û baştirîn.

 

  1. Baştirkirina cot, cotkarî û çandiniyê li hemû gundên Başur

(Herçendî Hikûmeta Kurdistanê xizmeteke hêja kiribe jî ne bese)

Avahî û baxçeyên fêkî, mêwe, ber, hêsînahî, şînahî…

alîkarî ji bo gundiyên belengaz: metodên nû û nûjen ji bo Zevî û axa gundiyan…

 

  1. PERWERDE, TERBIYE û ÇANDA NETEWEYÎ

 

(Herçendî Hikûmeta Kurdistanê xizmeteke hêja kiribe jî ne bese)

– Baştirkirin û bilindtirkirna kvalîteya Perwerdeya Kurdî

– Kurmancî û Soranî di Kurdistanê de bi Alfabeyeka hevbeş bihête nivîsîn û ew alfabe bibe fermî.

– Vekirina Pêşdibistanan û li wir zarok fêrî terbiya demokrasî, kulturên cuda bibin.

– Ji bo zarokan, ji 6 salî heta 17 salî terbiya bingehîn a mecborî dê bê pere be.

-Zêdekirina spore ji bo ciwanan.

 

  1. DI DERBARA JINÊN KURDISTANÊ DE

 

(Herçendî Hikûmeta Kurdistanê xizmeteke hêja kiribe jî ne bese)

– Zewaca bi pir jinan bê  qedexekirin. Nimûne zewaca bi 4 jinan re bê qedexekirin.

-Qelen bê rakirin û qedexekirin û jin bigihîjin dereceya mêran.

-Zordarî, neheqî û tedayên ku li jinan tê kirin bên rakirin.

 

  1. Têkiliyên Navneteweyî

(Herçendî Hikûmeta Kurdistanê xizmeteke hêja kiribe jî ne bese)

Kurdistan bi Yekitiya Ewrûpa, Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Bankên dûnyayê re bihêztir dibe. Bankên herî navdar ev in: Bank of (Amerika), Wells Farg (America), HSBC Bank (li Britaniya Mezin), Hugo Boss (Almanya), UBS (Îswiçre), Toyota (Japan), Total (Fransa), Nordea (Swêd)…

 

11-11-2018, Stockholm

Kopiya qedexe ye

Maruf Yilmaz: maruf@live.se

 

 

 

1 Comment
  1. Nivîskarê Hêja Maruf! Sopas ji bo xebat û keda we:
    Herêm,teşbîhî rewşa Somalê dibe.Piştî Dewleta Somalê hilweşî û bû Dewleta Devera û Miletê xwe,srûştîya Dewleta xwe derdan an wenda kirin û îdî Welat bû çend perçe her kes paşîman bûn lê nikarî bûn welatê xwe wek berê jî,bikin.
    Herêm,piştî şerê navxweyî,bû Herêmeka perçe kirî an Du îdare!
    Lêbelê, dema Partî û YNKe bi hevre aşt bûn Îdara Suleymanîhê li ser kaxezê tevî Paytexê Herêmê bû nek bi srûştîyeka yek bûyî,bi binasîya neteweyî,dibare û bi palan kirî bû.
    Pêşmergeh û Asayêş û Polîs hêzên paristina Herêmê bûn lê bi rastî Du Hêzên ji hev cudane ne yên yek Herêmê bûn.Herêm,ne xudanê hêzek ku Herêmê bi giştî biparêzeye.
    Nemone:Dema Dewleta Îslamî(Daîşê) hêrişî Kurdistanê kir navê Hêzên Pêşmergeh 70 û 80 bûn!
    Dema Artêşa Îraqê û Heşdi Şeebî Hêrişî Kurdistanê kirin û Kerkuk zept kirin û gihîştin Pirdê û Sihêlê û Mehmudîyê hêza 70 Cebhe li ber Hêrişê vekirin û cebhe berdan an ku revîn.
    YNKe Hêza 80 bi tenê li cebha hîştin.Barzanî bi xwe çû Cebhe Kurdistan ji nemanê rêzgar kir..
    Yekbûna hêza ku Herêmê biparize pir dereng maye.Pêwîst bû ku roja ku Îdareya Suleymanîyê bi rastî û bi sirûştîyeka neteweyî hati ba,ser Herêmê, hîngê Hêzên xwe jî,dibûn piştek ji Hêza paristina Herêmê.
    Heta bi nûhe Herêm bi Du sirûştîyên ji hev cuda dewam dikin û hîna ne plan ne fikir û heta nejî behsa sebebên derengîyê û astengîyên li ber Herêmkeka yekbûyî nayên kirin.
    Bi tenê behsa Post û Kursîya wek Hikumetekî Kanton kirî tê kirin.
    Rewşa Herêmê ji rewşa Somalê ne çê tire.
    Ya çêtir an ku ne xerab,ewe ku Partî vê Berpirsyarîya neteweyî,li xwe bigre û îdî bese rewş, heta çar Salên din bi vê awayî,derengîyê tehemil nake..
    Heger,Hêzên Paristina Herêmê nebin yek,li hêvîya YNKê nemînin .
    YNKe dîsa bi zimanê hêza xwe Partî tehdîdi dike û dibêje, (bê YNKe Hikumet nayê ava kirin.)
    Bi rastî ewe ku bê yekbûna Hêzên Paristan Herêmê, mistehîle ku digel YNKe dayîn û istandin hebin..

Nerîna min :

%d bloggers like this: