Civak

Li gola Wanê koçkirina masiyan destpêkir

Masiyên gol an ku deryaçeya bajarê Wanê ku cûreyeke taybetîne û li hemû cîhanê de ew cûre masî tenê li gola Wanê da heye. Li 15ê nîsanê ve qedexekirina nêçîra masiyan destpêkiriye û ji wê demê ve masî koç dikin.

Heman demî de li gel hatina demsala qedexeya nêçîra masiyan ya li gola Wanê dest bi koçberiyê dikin.

Nêzîkî 30 hezar kes debara xwe ji masîvaniyê ji masiyên gola Wanê ve dabîn dikin. Hemû salek li 15ê nîsanê heta 15 temmûzê nêçîra masiyan li gola Wanê tê qedexe kirin û masî jî li wê demê da dest bi mezintirîn koça xwe dikin. Koçkirina masiyan heta 90 rojan berdewam dibê û li vê demê de berev çavkaniyên ava şîrîn û hêniktir ve koç dikin. Masî li koçkirinê de berê xwe didin cihên rûbarokan û çemê Zîlanê û çem û rûbarên dinên ku têne nav gola Wanê û zêdetirê wan hêkên xwe datînin li van cihan.

Koça masiyan dîmenekî gelek balkêş û xweşike û hezaran kes bi balkêşiyê ve temaşa wê koça mezina masiyên gola Wanê dikin, lê belê îsal xweşiya temaşekirina koça masiyan ji ber virusa Koronayê ji bo welatî û geştiyaran hatiye qedexe kirin.

Back to top button