Civak

Li Germiyan yekemîn care Tûfiringî berhemanîn

Li Germiyan yekemîn care cûre Tûfiringiyek(Şilîk, Strawberry) berhemanîn ku li gel keşuhewaya navçeyê diguncê û ji bo pêşxistina berhemê jî dû hezar şitlên wê fêkiyê ji bo cotkaran tê amadekirin.

Îdrîs Mîdhet Berpirsê Beşa Lêkolîna Birêveberiya Giştî ya Çandiniya Germiyan ragihand, piştî ceribandin û taqîkirina çend cûreyekê şitlên Tifiringiyê bo ku baştirîn cûreyê wan li Germiyan berhem bînîn, dû salan lêkolînê li ser hilbijartina çend cûreyeke Tufiringiyê kirine heta ku li gel keşuhewaya Germiyan biguncê. Encamê de cûreyekê taybet diyar kirin û berhemên xwe bi serkeftî pêkanîn.

Her wiha got: Ev cûreya Tûfiringiya ku ji aliyê me ve hatiye pêşxistin berhemekê xwe yê baş heye, li paşarojê de eger kar li ser bê kirin dikarîn beşeke pêwîst ya navçeyê dabîn bikîn.

Back to top button