Di derbarê operasyona Tirkiye ya li devera Garê agahdariyên cuda têne dayin. Li gora medya PKKê heta niha Tirkiye nekariye artêş bêxe Garê. Di vê derbarê de medya PKKê dibêje: Artêşa Tirk a xwest bi alîkariya 5 helîkopterên Kobra bi 2 helîkopterên Skorsky li Garê leşkeran dane. Lê li ser bersivdayîna gerîlayan artêşa Tirk bê ku leşkeran deyne herêmê, neçar ma vekişe.
Di heman demî de medya PKKê dide xûyakirin ku wan 9 efserên Tirkiye kuştine. Wezereta berevaniya Tirkiye jî di derbarê operasyonê de agahdariyên cuda dide û dibê je ku, heta niha 3 efserên wan jiyana xwe ji dest dane û 33 çekdarên PKKê jî bê bandor kirine û 2 ji wan di asta berpirsiyarîyê de ne.
Eve du rojin balefirên şer yên Tirkiye devera Garê û hinek gunda bi tundî bombebaran dikin.