
Li Florîda FBI ser mala serokê Amerika yê berê Donald Trump de girt û li mala wî lêgerînek kirin.
Di derbarê vê yekê de Trump daxûyaniyek nivîskî belav kir û got:Mala min a Florîda Mar- A-Lago niha ji aliyê ajanên FBI ve hatiye dorpêçkirin.Êrîşê mala min kirin û mala min dagirkirin. Ev ji bo miletêma qonaxeka tarî ye. Ji berî niha tu cara tiştek bi vî awayî nehatoye serê serokekî Amerikayê.
Associated Press ji devê hinek çavkaniyên vê pirsêve eleqeder dide xûyakirin ku, hatiye îdia kirin ku, dema Trump Qesra Spî de dima hinek belgeyên nehînî danîne mala xwe ya Florî da. FBI di vê derbarê çerçoveya lêkolînê de li mala Trump lêgerinek berfireh kiriye. FBI li mala Trump de destdaniye li ser hinek belgeyan û lêkolîne li ser wan dike.