Cîhan
Li Edenê teqîn
Vê sibehê demjimêr 08.05ê li parka otomobila ya Wilayeta Edenê otomobilek bombekirî teqiya.Piştî teqînê polisa devera ku teqîn lê çêbûyî dorpêç kir û gelek ambulans çûn cihê bûyerê.Li gora agahdariyan li ber deriyê avahiya wilayeta Edenê cihê ku otomobil lê park dikin teqînê rû daye.Heta niha 5 kes birîndar bûne û birina kesekî ji wan giran e.Piştî demjimêrekî waliyê Edenê daxûyaniyek da û got: 2 kesa jiyana xwe ji dest daye û 16 birîdar hene.Bi biryara komisyona bilind ya Radyo û Televizyonê weşandina nûçeyan di derbarê vê bûyerê de hate qedexekirin.