CivakRojev

Li Duhokê bingeyê ji bo ayîna Zerdeştî hat vekirin

Li gora nûçeya Rûdawê,Civata Yesna ji destpêka vê mehê ve hat vekirin û di heyama du hefteyan de 30 kesan li parêzgeha Duhokê peywendî bi wê ve kiriye.

Aram Mehdî gencekî bajarê Duhokê ye. Deh roj in bi fermî peywendî bi ayîna Zerdeştî kiriye. Şeş sal bûn bîr û bawariya Zerdeştiyê di serê wî de bû û ji bo encamdana nizayên xwe serdana Şikefta Çar Stûn kir li geliyê Duhokê.

Karker Aram Mehdî dibêje, “Hizra Zerdeştî gelek berfireh e û girêdayî sirûşt, pêkvejiyana mirovan, çand û reseniya Kurdan e. Ez Kurdan di bîr û baweriya Zerdeştiyê de dibînim.”

Hêlan Çiya, Nûnera Komeleya Yesna li Duhokê dibêje, “Armanc û karûbarên me di nav vê baregehê de bo vejandina çand û felsefa Zerdeştî, em xizmeta peyama Zerdeştî bikin wek waqe`eke Kurdewarî li Kurdistanê, taybet li Bahdîna ku navê dine Zerdeştî navê bihê ye, dine Bahdînan e. Em kar dikin ku take Kurd ê afîrîner, avaker û xwedî zanist û bîr û baweriyên vekirî ava bikin.”

Di vê heyamê de peyrewên ola Zerdeştî li Duhok, berengarî çendîn metirsiyên rasterast û nerasterast bûne.

Dayika Xatûn, hunermend, “Di medya civakî de hemû corên gef li me hatine kirin û nameyên gefan li gel me hene. Lê ev peyama me sar nake û em dê berdewam bin.”

Li Herêma Kurdistanê 300 hezar peyrewên ayîna Zerdeştî hene.

Back to top button