Polîtîk

Li dor bûyerên Silêmaniyê çend zaniyariyên balkêş

Li roja 17.02.2011ê li bajarê Silêmaniyê, ji bo piştevaniya serhildanên Misr û Tunsê xwenîşandan hat kirin, lê li dawiyê ew xwenîşandan ji rêya xwe ya qanûnî derketin û êrîş birin ser baregayê Partiya Demokrata Kurdistanê, Liqa 4, li bajarê Silêmaniyê. Piştî vê bûyerê komîteyeke lêpirsînê ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hat avakirin û dest bi lêpirsînê kirye.

Li gor nûçeyeke kovara Livîn ku  li başûrê Kurdistanê weşanê dike,  hindek ji wan kesên êrîş biriye ser baregayê Partiyê di dema lêkolînê de îtîraf bi gelek pirsên balkêş kiriye û eşkere kiriye ka çima û bi fermana kê êrîş birin ser Liqa 4 a Partiyê.

Çavkanî eşkere dike ku piştî lêpirsînê, dosyeye îtîrafên gunehbaran dê li mediyayê bên weşandin û dinêvîse: ”Kesên ku hatine girtin gelek in, lê yek ji wan xelkê Seydsadiq e û zaniyariyên balkêş eşkere kirine.”

Weke tê zanîn di roja 09.03.2011ê de Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di civîna awerte ya parlamentoya Kurdistanê de got bû: Ji encamê lêpirsînê belgenameyên gelek giring bi dest me ketine ku mirov ecêbmayî dimîne.”

Hatiye eşkere kirin ku dema xwenîşandana destpêkirî, Newşêrwan Mistefa serokê Tevgera Goran li Pêncwînê li gundê Sersoraw bû û digel berpirsên Îranî civyaye. Li dor van zaniyariyan çavkaniyek ji kovara Livîn re gotiye: ”Me zaniyariyên timam hene ku Newşîrwan Mistefa li gundê Sersoraw bû û em dizanin li mal kê jî bû. Paşî Newşîrwan ji wir çûye Merîwan li hotêlekê li ser Zirêbar sê rojan li wir maye û digel berpirsên îranî civiyaye. Di heman demê de emîndarê giştiyê Yekgirtuya Îslamî jî li Tehranê bû.

Wê çavkaniyê got jî ku ev hemû zanîyariye dê di demek minasib de ji ray giştî re bên belav kiirn.

 

Back to top button