Dosya

Rewşenbîrên Duhokê li ser bûyerên Silêmaniyê çi gotin

Li dor van bûyerên dawiyê yên bajarê Silêmaniyê, rewşenbîrên Duhokê dîtinên xwe diyar dikin:

Fehîm Ebdula rêvebirê giştiyê dezgehê Xanî li Duhokê di axavtina xwe de îşertê bi wê yekê dike ku digel hindê ne xwenîşandanên aram û dûr ji şidetê hebin û diblje: ” Heqê xelkê ye daxaza mafên xwe bike, lê ya ku cîyê dilgiraniyê ye ewe ku hindek caran ew xwenîşandan ji rêya xwe ya rast derdikevin û ber bi aqarekî xerab diçin.”

Rêvebirê giştiyê dezgehê Xanî li Duhokê diblje: ”Xelkê Duhokê bi hûrî çavdêriya bûyerên li Silêmaniyê diqewim in dike û ya ku me dilgiran deke ewe ku bikaranîna şidet û têkdanê ye. Raste, me hemûyan gilî û gazinde ji gendeliyê hene. Lê neşerte ya ku li Silêmaniyê rû dide li Hewlêr û Duhokê jî dubare bibe, ji ber hu hêşta şûnwarên duîdareyî mane û Silêmaniyê taybetmendiya xwe heye.”

Fehîm Ebdula rêvebirê giştiyê dezgehê Xanî li Duhokê di berdewamiya axavtina xwe de behsa aramiya rewşa Duhokê kir ku xelkê bajêr mijûlî kar û kasibiya xwe ne û roja 28.02.2011ê tevayîya xelkê bajarê Duhokê bi alayên Kurdistanê û alayê zerê Partiyê daketin ser cadan û piştevaniya xwe ji bo hikûmetê û Partiyê diyar kir û dibêje: ” Dibe ku aliyekî siyasî wan xwenîşandanan li Silêmaniyê ji bo armancên xwe yên siyasî bikar bîne. Em ne bi tenê bi wan êrîşên bo ser baregayên Partiyê êşiyna,  em gelek aciz jî bûn, ji ber ku Partî li Silêmaniyê nedeselatdar e, heta ku bi wî awayî bibe armnca êrîşan.”

Kameran Berwarî mamosteyê beşê zimanê kurdî li kolêja adabê ser bi zanîngeha Duhokê li dor bûyerên bajarê Silêmaniyê dîtinên xwe diyar dike û dibêje ku ew hemû çalakiyên cemawerî bi pêngavên baş û pêşkeftî dizane û dibêje: ”Ya ku li Silêmaniyê çêdibe nîşana hişiyarî û jîrîya miletî me ye û li hember desthilatê helwestwergirtin e, lê rewşa herêma Kurdistanê wê yeê dixaze ku ew xwenîşndan ji sînorê xwe yên diyarkirî derbas nebin û nekevine di xizmeta kes û aliyên siyasî de. Divê em destkeftiyên miletê xwe biparêzin û li şûna ku kar ji bo hilweşandina hikûmetê bikin, divê kar ji bo nûjenkirina wê bê kirin.”
Berwarî got ku ew dijî bikaranîna şidetê ye çi ji aliyê xwenîşanderan ve be û çi jî ji aliyê  desthilatê ve be.

Behcet Hirorî sernivîskarê rojnameya Evro li dor bûyerên bajarê Silêmaniyê dibêje ku ew digel xwenîşandanan de ye û xwenîşandan rêya raderbirînê ye.
Hirorî dibêje: ”Eger xwenîşandan ji rêya xwe ya rast derbiçin, ez digel da nîn im. Me li Silêmaniyê her du awayên xwenîşandanan dîtin, yên aştiyane hebûn  û  yên têkdanê jî hebûn ku êrîş birin ser baregayên partiyan û ji çarçoveyê xwe yên qanûnî derketin. Ez nizanim guneha baregayên Patiyê çiye ku li Silêmaniyê êrîş birin ser wê.”

Şefredaksiyonê rojnameya Evro dibêje: ”Ez pêşbînî nakim ku ew xwenîşandanên Silêmaniyê Hewlêr û Duhokê jê vegirin, ji ber ku ew aliyên xelkî ji bo xwenîşandanna li Silêmaniyê paldidin, li Hewlêr û Duhokê nîn in. Li vir bervajiya Silêmaniyê ye, li şûna xwenîşandanan, xelk piştevaniyê li hikûmet û partiya xwe dikin.”

Rojevakurd-Awêne

Back to top button