Cîhan

Google nexşeya Kurdistana mezin weşand

Mezintirîn motora lêgerînê ya înternetê nexşeya Kurdistana mezin li kêleka nexşeyên dewletên cîhanê li ser tora înternetê belav kir.

Motora lêgerînê sînorên  Kurdistanê bi awayekî zelal kêşane û ew wek sînorên Kurdistana mezin diyar kirine.
Googlê li ser nexşeya Kurdistana mezin Diyarbekir weke paytexta bakûrê Kurdistanê, Qamişlî weke paytexta rojavayê Kurdistanê, Hewlêr weke paytexta başûrê Kurdistanê û Sine (Senendej) jî wek paytexta rojhilatê Kurdistanê  diyar kirine.

Ji bo dîtina nexşeya Kurdistanê bi rêya Googlê di înternetê de li ser lînka xwarê bitikînin:

http://maps.google.com/maps/ms?ie=UTF8&t=h&oe=UTF8&msa=0&msid=101640126860435170753.00048e850e000496e2f84

Back to top button