Civak

Li Diyarbekir, Wan û Colemêrgê 391 bazirganên jehrê hatin girtin.

Wezîrê Karên Navxweyî Yerlikaya di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da da zanîn ku operasyona “Narkogûç-38” ya ku li 48 parêzgehan, Diyarbekir, Colemêrg, Elezîz û Wan jî di nav de bi serkeftî bi dawî bû.

Yerlikaya da zanîn ku di operasyonê de 420 ekîb, 963 personel û 16 kûçikên narkotîkê tevli operasyonê bûne û diyar kir ku 6 ton, 112 kîlo esrar, 215 kîlo metamfetamîn, 64 kîlo skunk, 1 tivinga lûle dirêj û 11 fîşekên bêserûber hatine girtin. Di operasyona ku tê de 391 kes hatin binçavkirin.

Li gora daxûyaniya Wezîrê Karên Navxweyî Yerlîkaya; Li 48 parezgehan operasyom hate kirin û di vê operasyonê de 391 kes hatin binçavkirin. Operasyon li bajarên wek, Îzmîr, Tekîrdag, Dîlok, Sakarya, Enqere, Konya, Stenbol, Edene, Mereş,Semsûr, Kocaelî, Osmaniye, Amasya, Kirikkale, Antalya, Samsûn, Riha, Elezîz, Mêrsîn, Kirklareli, Balıkesir, Diyarbekir, Bûrsa, , Wan, Bedlîs, Erzirom, Aksaray, Êlih, Dûzce, Meletî, û Colemergê hate encamdan.



Back to top button