Polîtîk

Li Diyarbekir civîna" Vekirina Demokratîk "

Diyarbekir – Li Diyarbekir di nawenda Cegerxwin ya  çandî de, civîna di bin nave “ Di rêya diçe aşitiyê de vekirina demokratîk“ de civînek berfireh hate darxistin. Ev civîn ji aliyê rojnama Yeni Şafak ve hate organize kirin. Di civînê de, berpirsê giştî yê rojnama Yeni Şafak Yusuf Ziya Comert, berpirsên hinek partiyên siyasî yên Diyarbekir û berpirsên dezgehên sivîl amade bûn.

civina_vekirina_demokratik__471773835.jpg

Nivîskarê rojnameyê Alî Bayramoglu, nivîskar  Altan Tan, serokê  Odeya bazirganî Galib Ensarîoglu, serokê baraoya Diyarbekir Emin Aktar û hinek mamustayên zangoya Dicle jî ama de bûn. Amadevanan di derbarê pira  siyasî ya Tirkiye de axaftin kirin.

Galib Ensarîoglu di axaftina xwe de got: “ Rêya demokrasiyê li Diyarbekirê re derbas dibe. Pirsgirêka demokrasiyê ya herî mezin pirsa kurd de. “ Ensarîoglu behsa derbasbûya Tirkiye kir û got: “ Li vî welatî guhertin pêwîstiyeke. “  Ensarîoglu berdewam bûna axaftina xwe de behsa guhertinên destûrê jî kir û got: “ BDP pişgiriya vê prosesa guhertina destûrê nake. Li gel CHP-ê û MHP-ê di cepha dijê guhertinê de cih digre.“

Serokê Baroya Diyarbekir Emin Aktar jî, di axftina xwe de, behsa guhertinan kir û got ku, sedemê pirsgirêk li Tirkiye nayên çareserkirin, Tirkiye naxwaze rastiya xwe bibîne.

Herweha amadevanên din jî di derbarê vekirina demokratîk û guhertinên destûrî de dîtinên xwe gotin.

Back to top button