Li dijê Şeredariya Stanbulê operasyonek nû hat kirin
Serê sibehê polîsan operasyonek nû li Şeredariya Mezin a Stanbulê kirin. Ji bo 53 kesan biryara binçavkirinê heye, ku di nav wan de berpirsên bilind hene wek, Şafak Başa, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Şeredariyê Arif Gürkan Alpay û sekretera taybet a Serokê Şeredariyê Ekrem Îmamoglû Kadriye Kasapoglû jî hene.
Pêla duyem di lêpirsîna gendeliyê deoperasyon nû li Şeredariya Mezin a Stanbulê destpêkir.
Berpirsê Polîsan a Stenbolê derbarê operasyonê de dibêje:
“Di çarçoveya lêpirsîna ku ji hêla Daîreya me ya Sûcên Darayî ve di bin koordîneya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de operasyon hatiye kirin. Di encama operasyona hevdem a ku di 19.03.2025an de hat kirin de, li dijî 101 gumanbaran doz hat vekirin.
Di xebata berdewam a piştî operasyonê de, di operasyona hevdem a ku di 26.04.2025 de li bajarên Stenbol, Enqere û Tekîrdagê hat kirin de 53 gumanbar hatin tespîtkirin û 47 kes hatin girtin û binçavkirin, û hewldanên ji bo girtina 6 firariyan berdewam dikin.
Lêgerîn li mal û kargehan berdewam dike.”