Polîtîk

Li dijê hilbijartinê xwepîşandan çêdibin

Li her du bajarên Qamişlo û Amûdê yên Rojavayê Kurdistanê, xwepêşandan li dijî hilbijartinên serokatiya Sûriyê destpêkirin.

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku xwepêşandana li dijî hilbijartinan, îro saet 11 li ber mzigefta Selman el-Farisî li taxa Qenat Siwês destpêkir.

Di xwepêşandanê de ku zêdetirî 200 kesan beşdar in û di nav de çend sekirdeyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî hene, druşm û siloganên li dijî hilbijartinan û rejîma Sûriyê hatin avêtin.

Xwepêşandana Qamişlo li ser banga çend rêxistin û hevrêzên ciwanên Kurd e.

Herwiha li bajarê Amûdê jî, li dijî hilbijartinên serokatiya Sûriyê destpêkir û tê de bi dehan kes beşdar in.

Xwepêşanderên Amûdê pankartên wek “na ji bo hilbijartinên xwînê”, “Amûdê wê wefadarê xwîna şehîdan be” û “beşdariya di hilbijartinan de wê hênceta berdewamiya kuştinê bixe destê kujer de” hatine bilindkirin.

Back to top button