Cîhan

Li Daxistanê di êrîşa întiharî de 13 kes mirin

Li Daxistanê, li du ciha, beregeha qontrola polêsan bû hedef û 13 kes mirin, zêdetir 130 kes jî brîndar bûn.   

Li Komara Xweser a Daxistanê a Rusyayê, di navbera 15 deqan de 2 teqîn qewimîn û di encama êrîşê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 130 kes jî brîndar bûn.  Bûyer li paytexta Daxistanê Mohaçkaleyê pêk hat.

Di teqîna ewil de, li noqteya qontrola polêsan, dema wesaîtek tije bombe ji aliyê polêsan ve hat rawestandin, bombe teqandin û wesaît firiya hewa. Piştî teqînê tîmên tenduristiyê û ewlekariyê sewqa cihê bûyerê kirin û di wê demê de wesîteke din a parqkirî teqîya.  

Di encama teqînan de, jê 7 polês, 3 agirkujer, 13 kesan jiyana xwe wenda kirin. Dîsa zêdetirî 130 kes jî brîndar bûn û ji wan 16 kes, rewşa wan giran e.

Back to top button