Li Colemergê kuştinek faîlî meçhul

Li Colemergê Meleyek piştî nimêja sibehî hate kuştin
 
Meleyê mizgefta Hacî Saîdê  xwedî şeş zarok Azîz TAN  piştî xwendina banga nimêjî li ser rêya mala xwe ji aliyê kesên nediyar ve hat kuştin. Kujerên Mele reviyan lê dost û hevalên wî dibêjin : Ji ber destpêkirina şer rexneyên wî hebû  û li ser vê   gelek car hatîbû tehdîd kirin ..
    
Berê ya heftekî jî nûçeyek  ji aliyê Anadolu Ajansi ( AA ) derbas bû û di vê nûçeyê de îddayek hebû ku digot : ‘’PKK li bajarê Sêrt û Wanê gelek  mele tehdîd dike û ji wan weka xaîn binavkiriye’’.  Li gor hinek kes jî armanca kuştina mele ji  bo pûçkirina pêvajoyê aştiye. Cenazeyê TAN piştî  otopsiyê hatiye defnkirin .

Nêrînek

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: