Civak

Li Colemergê 3 erdhej li peyhev rûdan

Li Colemêrgê di demjimêr 19.37an de bi lerza 4,4an erdhejek pêk hat. Erdheja ku navenda wê Geverê bû, 7 kîlometre di bin erdê de pêk hat. Dîsa demjimêr di 19.52’an de 2 erdhejên din ên bi pileya 3.5 û demjimêr 20.06’an de jî bi pileya 4.5’an li heman herêmê pêk hatin. Piştî erdhejên li pey hev welatî derketin derve û bi pêxistina agir hewl dan xwe germ bikin. Gelek welatiyên ku ji tirsa nikarin têkevin malên xwe şeva xwe li kolanê derbas kirin.

Parêzeriya Colemêrgê di derbarê erdhejê de daxûyaniyek da û dibêje: “Di derbarê erdheja bi lerza 4,4an a ku li navçeya Geverê ya bajarê me pêk hat de ji yekîneyên peywendîdar bi taybetî 112 ti neyîniyek nehatiye ragihandin. Yekineyên din ên îdarî bi taybetî yekîneyên înfazê bi muxtarên me re dişopînin ka rewşek neyînî heye yan na. ”

Back to top button