Li Cizîrê gengeşî derket
Li navçeya Şirnexê li Cizîrê, bi hezaran gel, ber bi qada mîtîngê a li taxa Nurê diherikîn lê polîsan, ji bo ku gel bernede qada mîtîngê, bi 7 wesaîtên bi zirz êrîş bire ser gel û midaxeleya girseyê kir. Polîsan bi bombeyên gazê qada mîtîngê di nav ewrên gazê de hîşt. Bi molotf, bombeyên deng û keviran gel bersiv da polîsan. Li hemberî biryardariya girseyê, gel mecbûr ma û xwe vekişand.
Gel ku kete qada mîtîngê şûnda, hêzên taqwîye ji bo polîsan hatin û careke din polîsa midaxeleya girseyî kir. Li hemû rêyên ku diçûn qada mîtîngê varîqat çêkirin. Di navbera polîs û girseyê de pevçûnên dijwar pêk hatin.
Di midaxeleya duyem a polîsan de, polîsan guleyên rastîn bikaranîn. Li hemû kolanên Cizîrê, di navbera polîs û girseyê de pevçûn derketin.
Ji bo ku piştgiriyê bidine mîtînga Cizîrê, esnafên Şirnex, Îdil û Cizîrê derabe venekirin.
her çiqas polîsan girse xiste abluqayê jî, girseyê çalakiyên xwe lidarxistin.