Polîtîk

Konseya Çapemeniyê: "Yenî Akît rûyê reş yê çapemeniya Tirkiyê ye"

Rêxistinên pişeyan li hemberî rojnameya Yenî Akîtê bertek nîşan dan. Rojnameya Yenî Akît, ew çendake ku hin rewşenbîr, nivîskar û rojnamevan xistiye hedefa xwe. Bi taybet jî, di derbarê nivîskarê rojnameya Radîkalê Cengîz Çandar de, nûçeyên binfilitî diweşîne. 

Di weşana doh a rojnameya Yenî Akîtê de, dîsa nûçeyên reşkirinê cih girt. Rojname îdia dike ku îtirafkar Şemdin Sakik ji wan re name şandiye û ew tiştana gotine. Tê zanîn ku berê jî, bi heman awayî, Şemdîn Sakik bikaranîn û tiştên ku wî negotibûn, mîna ku gotibe, andiç amade kirin û gellek rewşenbîr kirne hedefê. Li ser ew reşkirin û hedef nîşandanê, Akin Bîrdal rasta êrîşa nijadperestan hatibû û ji mirinê xelas bûbû. Heman lîstik, niha bi pêşengiya rojnameya Yenî Akîtê tê meşandin. 

Serokê Konseya Çapemeniyê Orhan Bîrgît anî ziman ku, rojnameya Yenî Akît, rûreşê çapemeniya Tirkiyê ye. 

Rêxistinên pişeyan yên ku bertek nîşana rojnameya Yenî Akîtê dane:

Komeleya Medya, Deniz Ergurel

Sendîqaya Rojnamevanan, Ercan Îpekçi

Fakuşteya Ragihandinê a Zanîngeha Galatasarayê, Prof.Dr. Yasemin Înceoglu

Platforma Etîka Medya, Bariş Soydan

Konseya Çapemeniyê, Orhan Bîrgît

 

Back to top button