Li Cihanê pereyên li çikirina çekan tê xerckirin rekorek nû şikênand!
Ji nû ve çekdarkirina gerdûnî (Global)
Dinya ji bo çekirina çekan û parastinê rekorek drav xerc dike. Li gorî daneyên Enstîtuya Lêkolîna Aştiyê SIPRI, di sala 2021 de, welatên cîhanê 2.1 trîlyon dolar ji lêçûnên leşkerî xerc kirine. Ji ber ku welatên mîna Rûsya, Çîn û Hindistanê her ku diçe zêdetir veberhênan li serbazên xwe dikin û DYA jî, ku bêhempa bêtir xerc dike. Taybetî piştî dagirkirina Rûsyayê ya Ukraynayê, gelek welatên Ewropî jî behtir ji bo parastinê bûtçeyên zêde kifşdikin. Ev jî nîçana şkênandina rekorek nû ye di derbarê xerc kirina dirava ji bo berhênana çekan.
Firotina çekan geş dibe
Li Polonya mihracana çekan de, gelek welatan serdana mihracanê kirin û dîyar bû ku, bazirganên mezin ên çekan lji hemû cîhanê li hev civiyan.Zextek mezin li ser pêçesaziyê di vî warî de çêdibe.
Welatek wek Swêd jî piçesaziya xwe di vê derbarê de berfireh dike. Dema mirov serdana kargeha çekan a Saab li bajarê Karlsgona dike ev yek gelek bi zelalî dixweyê. Çekên swêdî, wek Nlaw, Carl Gustaf û çeka dijî-tank AT4, dikarin guhertinekî di şerê Rusya û Ukranya de bike.Ev çek alîkariya Ukranya dikin ku bikaribe xwe biparêze.