Polîtîk

Li Cenêv ENSK nûnertiya Kurdên Rojava dikin

Endamê desteya siyasî ya Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Mihemed Xêr Bengo diyar kir ku ew wek Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dê di nava şanda hevpeymaniyê de tevlî kongreya Cenêv2 bibin.

Bengo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku biryar e komîteya têkiliyên derve ya ENKSê 5 nûnerên xwe destnîşan kirine ji bo ku di nava şanda hevpeymaniya opozîsyonê de tevlî Cenêv2 bibin.

Her pênc nûner jî ji Ebdilhemîd Hecî Derwêş, Ebdilhekîm Beşar, Îbrahîm Biro, Kamîran Hac Ebdo û Mistefa Sîno pêk tê.

Şanda opozîsyona Sûriyê ku dê danûstandinan ligel şanda rejîma Sûriyê bike ji 15 kesan pêk tê, 9 kesên danûstankarin û 6 endamên yedek ango şêwirmend in.

Bengo diyar kir ku eger hevpeymaniya opozîsyonê nûnerekî Kurdan tevlî her neh kesên danûstankar bike dê Ebdilhemîd Hecî Derwîş be û eger 2 kes bin dê Ebdilhekîm Beşar tevlî wî bibe.

Bengo diyar kirk u her sê nûnerên din ên ENKSê Îbrahîm Biro û Mistefa Sîno jî tevlî kongreya Cenêv2 bibin, lê dibe ku ew ne di nav wan her 15 kesan de bin, ji ber ku li derveyî şanda danûstankaran dê gelek kesên din ji aliyê opozîsyon û rejîmê jî tevlî Cenêv2 bibin.

Derbarê hemahengiya bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re, Bengo da zanîn ku PYDê beşek ji Desteya Hemahengiyê Niştimanî ya Opozîsyonê ye û eger ew deste tevlî kongreyê bibin ew dê li gorî lihevkirina Hewlêrê ya di navbera ENKSê û PYDê de, bi yek nêrînê di kongreyê de tev bigerin.

Back to top button