Nivîsar

Li Brukselê PKKê dilê dijminên kurda gelek xweş kir

Hişyar Tovî

Di çend rojên derbaz bûyî de li Şyêladiza girêdayî qeza Amêdiyê çend gencên wê deverê ketine ber êrîşên frokeyên leşkerê Tirkya bi bihane ya hebuna baregayên PKKê li deverê û di encamda 4 kes hatine şehîd kirin . Ne cara yêkê ye ku ev cure rûdane li deverê di qewmin û xelkê svîl dibine qurbanî di navbera PKKê û êrîşên esmanî yên dewleta Tirkiya de. Wek mînak berî heyvekê li gundê Eredna jî ku ew jî ser bi Amediyê ve ye 3 welatî ji layê frokên Tirkya ve hatine şehîd kirin.

Xelkê Şêladizê li ser van bûyeran êdî hind şiya bêdeng bimînît û di xwepêşandaneka cemawerîda daxwaz ji hêzîn dagîrker ên dewleta Tirkya û PKKê kirin ku deverên wan vale biken da êdî xelkê svîl ne bine qurbaniya şerên wan û herwesa daxaz ji PKKê kirin ku xebata xwe ya çekdarî bibete nav bakurê Kurdistanê ku cihê xebata wan ya serekîye.

Tê zanîn piştî xwepêşanderan peyama xwe gehandiye cihên peywendîdar û xwepêşandan bi dumahîk hatî, komeka xelkê deverê êrîş birin ser bingehê leşkerî yê Tirka ku nêzîkî 20 salaye bi behaneya PKKê li deverê ne û di encam de bingehê wan bi tank, zirîpuş û hemî alavên wanve hatne sutin(şewitandin) zerera wan bi nêzîkî 30 milyon Dolar tê texmîn kirin.

Ne dewleta Tirk û nejî hevwelatiyên Tirk li ser vê bûyerê karvedanên cemawerî yên nêgatîv dijî kurda bi giştî encam nedan, lê mixabin hindek kurda li Bruksel a paytextê Belcîka û Yekitiya Ewropaêrîş bir ser baregehê nûnertiya hikumeta Kurdistanê û pêş çavên karmendên balyozxaneya Tirkiye ve Ala Kurdistanê li ser avahiya nûnertiya hikumeta Kurdistanê anîn xwarê.ber avêtin pencereyên avahiya nûnertiya hikumeta Kurdistanê û bi vê kiryarê dilê dijminên kurda xweş kirin.

Helbet nêzîkî 30 sala ye ku hêzên PKKê bingehên xwe dananîne seranserî wan deverên ku berî 1988ê di bin kontrula pêşmergey da bun û bi deverên azadkirî di hatne nasandin, 30 sale PKK behtire gundinişînên başur ji avedankirina gundên wan bê behr kirîne û kirîne deverên leşkerî, lewma xelkê başur jî PKKê bi dagîrker dizanît.
Dîsan bi behaneya hebûna bingeh û baregayên hêzên PKKê dewleta Tirkya jî ji sala 1992ê heta nuke berdewam kiryarên cuda cuda li djî hêzên PKKê encam didet û bi tenê xelkê svîl berdewam dibine qurbanî.

01.01.2019

Back to top button