Roja 29.01.2019ê li welatê Belcîkayê grûpekê êriş kir ser avahiya Nûnertiya Hikûmeta Kurdistanê û Ala Kurdistanê ya li ser avahiyê daxistin. Gelek balkêş bû ku ew kesên Ala Kurdistanê li ser avahiya nûnertiya hukumeta Kurdistanê li Brukselê daxistîn, di dema çalakiya xwe ya qirêj de bi zimanê kurdî diaxivîna. Yanî yên Ala Kurdistanê daxistîn mixabin kurdbûn. Li ser vê babetê gelek nehat sekinandin.
Daxitina Ala Kurdistanê ji aliyê kurdên diyasporê ve hate şermezarkirin. Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd daxûyaniyek belav kir.
FKKS i daxûyaniya xwe de dibêje:
Ala Kurdistanê sembola têkoşîna me ye
Çend roj berê hin kes li Brukselê, di navenda nûneratîya Hukumeta Herêmê de destdirêjîyeka qirêj li hember ala Kurdistanê li dar xistin.
Em vê bûyerê bi tundî şermezar dikin û beyan dikin ku em ê ala Kurdistanê wek sembola xwe ya netewî li her der, her dem û her daîm biparêzin.
Destdirêjayî li hember ala Kurdistanê, êrîş û hedefkirina dem û dezgehên netewî yên Kurdistanî dijminatîya gelê Kurdistanê ye. Bi ti awayî nayê qebûlkirin.
Dewletên dagîrker, layengîr û hevkarên wan bila baş zanibin ku em ê ala pîroz bi her awayî biparêzin û êrîşkeran jî bi tundî riswa bikin.Em kesên wiha di nav refên Kurdî de nabînin ew xizmeta dagîrkeran dikin.
Nûnertiya Kurdistanê li Bruksel
Herweha Komîteya Damezrandina Konfederasyona Kurdên Diyaspora (DIAKURD) êrişa ser nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Brukselê şermezar kir.
DIAKURD di daxûyaniya xwe de dibêje:
Ala Kurdistanê sembola têkoşîna me ye. Çend roj berê hin kes li Brukselê, di navenda nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de destdirêjîyeke qirêj li hember Ala Kurdistanê li dar xistin. Em vê bûyerê bi tundî şermezar dikin û beyan dikin ku em ê Ala Kurdistanê wek sembola xwe ya netewî li her der, her dem û daîm biparêzin.
Destdirêjiya li hember Ala Kurdistanê, êriş û hedefkirina dam û dezgehên netewî yên Kurdistanî dijminatîya gelê Kurdistanê ye. Bi ti awayî naye qebûl kirine.
Dewletên dagîrker, layengîr û hevkarên wan bila baş zanibin ku em ê ala pîroz bi her awayî biparêzin û êrîşkeran jî bi tundî riswa bikin. Em kesên wiha di nav refên Kurdî de nabînin ew xizmeta dagîrkeran dikin.
Nûnertiya Hikûmeta Kurdistanê li paytextê Yekîtiya Ewropayê bi daxuyaniyekî de ragihand ku,roja 02.02.2019ê Ala Kurdistanê dê bi rewrismekî li ber baregeha Nûnertiya Kurdistanê ya li Yekîtiya Ewropayê li Brukselê careke din were bilindkirin.