Civak

Li Brîtanya 5 Kurd bi tometa destdirêjiya ser keçekî 15 salî têne dadgeh kirin

Li bajarê Yorkshire ya Başûrê Brîtanya, pênc Kurd bi tometa destdirêjîkirina ser keçekî temen 15 salî têne dadgahî kirin. Dadgeha Brîtanya dibêje ew pênç tometbar keçikî wekî “perçe goştek bikaranîne”.

Keçik li temena 15 salî da bûye, dema ku ew tometbar vexwarineke alkolî û maddeyê bêhişker bikaranîne pêşî wê yekê ku destdirêjiya seksî li ser bikin.

Dadgeha Şahaneya Shefeld 10 kes dadgah kir bi tometa encamdana destdirêjiya ser wê keça 15 salî li navbera salên 2010 û 2012 pênc ji wan bêtawan derketin, pêncên din jî tawanbar ku hemû Kurdin.

Biryara roja 13ê Adarê ew pênc Kurd bi tometa “destdirêjiya seksiya metirsiyê” bêne dadgahî kirin.

Navê tawanbaran ji aliyê medyayên Brîtanya ve bi vî awayî hatine balevkirin “Casim Mihemmed temen 36 sal, Karwan Omer Ehmed temen 29 sal, Nizar Enwer temen 40 sal, Şenger Îbrahîmî temen 30 sal û Seba Mihemmed ku temenê wî nehatiye diyarkirin”. Heman demî de wêneyên hemû tometbaran jî belavkirine.

Sala 2011 keçik bi polîs ragihandibû, destdirêjiya seksî li ser hatiye kirin, lê belê hîç lêkolînek li ser lêpirsîna wê nehatibû kirin.

Keçik dibêje dema li temena 13 salî da bûye dayika wê miriye, paşê bê serpereştyar maye û jiyanê wê pir bûye ji aloziyan.

Back to top button