Vîdeo

Li Blues a Kurdî de, Hêlm derket

Hêlm navê albûma nû ya hunermendê Blues a Kurdî Ferit Sevimê Şirnexiye ku çendîn berhemên wî yên din li warê Blues de heye bi taybet (Blues in Botan).

Berhem û albûma nû ya Ferîd Sevimê (Şirnexî) ya bi navê Hêlm li SoundCloudê û Youtube hatiye belavkirin. Ferît Sevim Şirnexî li rûpela xwe ya taybetiya facebookê de bi peyamekê vê berheman xwe ya nû ragihandiye û daye zanîn ku vê berhemê li mala xwe de amadekiriye û ji ber wê yekê jî bi berhema malê bi nav dike.

Hunermendê Blues a Kurdî Ferit Sevimê Şirnexî peyama xwe de dibêje: Albuma min a malê ”Hêlm” li ser YouTube û SoundCloudê ye. Ji 3 stranan pêk tê, gotin û awazên her 3 stranan jî aîdî min e.

-Hilweşîn
-Bafirok
-Rabe Ser Xwe

Back to top button