Polîtîk

Li Bexdayê postên vala ne û li Kurdistanê jî şer li ser tê kirin

Ji hemû wezaretên hikûmeta navendî ya İraqê 22 rêveberên giştî û sê pişkên wekîlê wezîr dighe Kurdan ku yek ji wan wekîlê wezareta plandanînê ye û li gor raporteke rojnameya Aso, heta niha hîç kesek bo wan postan nehatiye berbijarkirin û vala mane.

Derbarê mijarê de berdevkê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Azad Cundiyanî ji Rûdawê re got:
– Bi dereceya yekem ew derza ketiye nav fraksyonên Kurdistanî, derçûna Tevgera Goran ji Îtîlafa Fraksyonên Kurdistanî, ew pirsgirêkên li Kurdistanê derketin û pirsgirêkên navbera erebên Şîe û Sûnne bûn sedema diyarnekirina 22 postên kurdan di hikûmeta federal a İraqê de. Herwiha heta niha Îtîlafa Kurdistanî û fraksyonên Kurdistanî wek pêwist neketine ser kar bo wêya wan pirsgirêkan yekalî bikin.

Piştî rûxandina rejîma Baasê û beşdarbûna kurda di pêkanîna dewleta İraqê de, çavdêrên siyasî yên navxwe û aliyên opozîsyonê her dem serkirdayetiya PDK û YNKê bi wê yekê rexne dikirin ku berjewendiyên hizbî bi ser berjewendiyên neteweyî de zal kirine û derbarê bidestanîna mafên kurda bi giştî û pirsa navçeyên cihê nakokiyê de jî rexne li karê serkirdayetiya kurdî digirtin. Yek ji wan rexneyên her dem li serkirdayetiya kurd hatiye girtin ewna bû ku ji ber nakokiyên navbera YNK û PDKê çendîn mafên kurd hatine paşguhxistin û bi wêna jî pêgeha kurd lawaz bûye.

Çavkaniyeke berpirs ji navçeyên Kurdistanî yên derveyî herêmê ji rojnameya Aso re dibêje:
– Her wezareteke ku kurd tê de nebin pirsgirêkan ji me re çêdikin û karên me li wan wezaretan bi sistî birêve diçin, carna jî bi tevahî em tên paşguhxistin, loma divê di zûtirîn dem de ew postên han bên tejî kirin.

Di vê derbarê de Azad Cundiyanî wiha axifî:
– Ji ber hinek sedeman berbijarkirina kesan bo postên Bexda ne hewqasî zehmet e, wek wêya li vir şer li ser postekî vala tê kirin, gelek caran divê em bi pey hinek kesan de bigerin ku bikaribe postê Bexda birêve bibe û jê re bibêjin keko tu vî postî werbigre.

Derbarê hewldana YNK û PDKê de bo tejîkirina wan postên para kurda li Bexdayê, Cundiyanî got:
– Pirsgirêka Bexda ji tejîkirina wan postan gelekî mezintire, niha bala me li ser çareserkirina kêşeyên Bexda ye. Serokkomarê İraqê Celal Talabanî û serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hewl didin wan pirsgirêkên Bexda çareser bikin ku gelekî kûr bûne. Kêşeya Bexda ne pirsgirêka kurd û ereb e, pirsgirêka erebên Şîe û Sunne ye ku wek kêşeya Ellawî û Malikî tê binavkirin û naveroka pirsgirêkê gelekî ji wêna mezintir e.

Back to top button