Polîtîk

Çelakiya Lawên Kurdistanê

Lawên Kurdistanê ji bo sunda ku parlementer dixwin protesto bikin li gel Ala Kurdistanê sunda nijadperest ya ku ew naxwazin bête xwendin , Sûra Diyarbekirê ve daliqandin.

Ev bang ji bo parlementerên kurd hate kirin: Em ji wekîlên xwe yên kurd rica dikin. Ew sunda ku heyina miletê me û miletên din inkar dike nexwînin.

Sunda ku di parlementoyê de tê xwendin ev e:

Ji bo heyina dewletê, serxwebûna wê, yêkititî ne perçebûna niştiman û milet, desthilatdariya milet,serdestiya hukukê û heyina cumhuriyeta demokratik û parastina prensîbên Ataturk, ji bo parastina aramiya milet. Ji bo yekitiya netewî, ji bo têgihandina adaletê, ji bo girêdana destûrê ez li himber miletê Tirk yê mezin li ser namus û şerefa xwe sund dixwim…

Back to top button